Li Enqereyê konferansa li ser proseya aştiyê û çekberdana PKKê hate lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereyê ORSAM û Zanîngeha Oxfordê bi beşdariya serokê parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin konferansek li ser proseya aştiyê bêçekkirina PKKê û bandora wê li ser welatên Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Di konferansê ezmûnên çareseriyê yên welatên din bi beşdariya zêdetirî sed siyasetmedar, akademîsyen û pisporan ve di çarçoveya Modela Tirkiyeyê de hat gotûbêjkirin.

Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) û Zanîngeha Oxfordê bi navê "Lêgerîna Peymaneke Civakî ya Herêmî ya Nû li Rojhilata Navîn" konferanseke berfireh li dar xistin.

Di konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê serokê parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ve hate kirin û serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî tevlî danişîneke taybet bû. Kurtulmuş diyar kir ku proseya aştiyê bi vîna siyasî û ezmûna civakî ya Tirkiyeyê ava bûye. Herwiha da zanîn ku ev ne projeyek e ku li paytextên welatên din hatiye amadekirin û modela Tirkiyeyê bi temamî neteweyî ye. Di konferansê de, ligel mijara bêçekkirin û fesixbûna PKKê, bandorên wê yên li ser asta herêmî û navneteweyî –bi taybetî ewlehî, aborî û korîdorên bazirganiyê– hatin gotûbêjkirin.

Koordînatorê Beşa Lêkolînên Levantê yê ORSAMêOytun Orhan ji K24ê re got: “Proseya "Tirkiyeya bêteror û herêma bêteror" ku Tirkiye dimeşîne; çareseriyeke giştî ku çekberdana PKKê û gavên siyasî Û aborî dihewîne armanc dike.Kurd li herêmê li çar welatên cihê dijîn û PKK li van qadan heye û me wek ORSAM’ê konferansek navneteweyî li ser aliyên Sûriye, Iraq û Îranê li dar xist. Beşdarbûna Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalın, piştgiriya stratejîk a dewletê ya ji bo proseyê nîşan da.

Di konferansê de ligel parlamenterên partiyên siyasî yên ji Tirkiyeyê gelek rayêdarên û akademîsyenên ji welatên herêmê, bi taybetî yên ji Îraq, Herêma Kurdistanê Sûrî û Îranê, her wiha burokrat û dîplomatên pilebilind; Amerîka, Asya, Afrîka û Ewropayê jî anîn balhev.

Endamê Şandeya Îmralî yê DEM Partî Mîthat Sancar got: “Vîneke eşkere heye ku ji vê proseyê veger tune; Birêz Kurtulmuş, Serokkomar û Birêz Ocalanê ku diyar dike derbasî serdemeke nû bûne di derbasbûna ji têkoşîna çekdarî bo siyasetê de bibiryar in. Ev proseyeke hêsan nîne, lê baca vegerê wê ji bo herkesî giran be; loma divê aliyên çek,siyaset û civakê bi hev re bên meşandin. Prose her dem bi heman lezê pêşve naçin, her çend di 2 mehên dawî de hin hêdîbûn û astengî çêbûbin jî, bi saya peywendiyên piralî prose didome. Pêngav pêngav pêşketin çêdibin.”

Ji Zanîngeha Amerîkî ya Herêma Kurdistanê Bayar Mustafa Sevdeen got: “Hewlêr beşeke giring a vê proseyê bû, cenabê Îbrahîm Kalin jî behsa vê yekê kir, ku Hewlêr di hemû qonaxan de beşek ji çareseriyê bû. Ev dem gelekî hestiyar e ji bo Herêmê û hemû kurdên li navçeyê. Herêmê ew platforma ye ku bi rastî diyaloga Kurdan û ya herêmî jî tê de çêbûye. ”

Herwiha di danişînên taybet ên bi zêdetirî 100 beşdarên navneteweyî de; siyasetmedar û akademîsyen di çarçoveya Modela Tirkiyeyê de tecrûbeyên xwe yên çareseriyê parve kirin û ji bo pêşveçûna proseyê avakirina diyalogeke hevpar nîqaş kirin.