Nêçîrvan Barzanî tevlî Lûtkeya Serkirdeyan li Konferana COP31ê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwandineka fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê gehişt bajarê Antalyayê; serdana Serokê Herêma Kurdistanê bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Serkirdeyan de di gera 31ê ya Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya Guhartina Avûhewayê (COP31) de.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Sêşem, 10ê Mijdara 2026ê, bi vexwandineka fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gehişt bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, serdana Nêçîrvan Barzanî bo tevlîbûna di Lûtkeya Serkirdeyan de di gera 31ê ya Konferansa Aliyên Rêkeftinnameya Neteweyên Yekbûyî ya Guhartina Avûhewayê (COP31) de ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî daye ku Lûtkeya Serkirdeyan sibe Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, dê bê destpêkirin û dê ji bo dema du rojan berdewam be.
Konferansa COP31ê, ku ji 9 heta 20ê Mijdara 2026ê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê bi rê ve diçe, yek ji girîngtirîn rûdanên jîngehî û siyasî yên cîhanê ye bo danana nexşerêya rûbirûbûna guhartina avûhewayê, ku li "Antalya Expo Center"ê bi rê ve diçe. Nûnerên nêzîkî 200 welatan û bi dehan serok û serkirdeyên cîhanê tevlî wê dibin.