Li Waşintonê xelateke navneteweyî pêşkêşî dezgeha Kurdistan24ê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmeka hejî de li bajarê Waşintonê yê paytexta Amerîkayê, Tora Serkirdetiyê ya “Transatlantic”ê (TLN) di çarçoveya gera şeşê ya konferansa salane ya "Destpêşxeriya Azadiya Medyayê" bo sala 2026ê de, Xelata Nayab bo Romala Navneteweyî (Excellence in International Reporting) pêşkêşî dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê û berpirsê nivîsîngeha wê ya Waşintonê Rehîm Reşîdî ji ber romalên bêwêne û meydanî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.
Tora Serkirdetiyê ya “Transatlantic”ê ku ev dema şeş salan e bi rêya destpêşxeriya azadiya medyayê de rêzê li wan dezgeh û rojnamevanan digire yên ku bi awayekê pîşeyî, hevseng û wêrekane rastiyan digehînin; îsal xelata bala ya romala navneteweyî pêşkêşî Kurdistan24ê û Rehîm Reşîdî kir. Her di wê merasîmê de, çend kesatiyên din ên navdar ên medyaya cîhanî hatin xelatkirin; wekî Birêveberê Kompaniyaya Medyayî ya "Newsmax"ê Chris Ruddy û rojnamevana navdar a Brîtanyayî Katy Balls.
Kurdistan24 di sengerên pêşiyê yên şerê DAIŞê de; hawara heqîqetê di nav agirê şer de
Pêşkêşkirina vê xelata navneteweyî di demekê de ye ku Kurdistan24 her ji rojên pêşiyê yên destpêkirdina weşanê de di 31ê Cotmeha 2015ê de, ku ligel hestyartirîn qonaxa berevaniya gelê Kurdistanê li beranberî hovtirîn koma terorîstî ya serdem (DAIŞ) hevdem bû û bû deng û rengên bereyên cengê.
Tîmên Kurdistan24ê bê guhdana metirsiyên mirinê li sengerên pêşiyê yên berevaniyê li Şingal, Başîk, mîhwerê Xazirî, Kerkûk, Mexmûr û operasyona dîrokî ya azadkirina Mûsilê, mil bi milê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymanan di bin barana gule û êrîşên xwekujiyan de bûn.
Kamerayên Kurdistan24ê di demekê de ku qehremanî û qurbanîdanên Pêşmergeyan bo parastina mirovatiyê tomar dikirin, ji ber vê wêrekî û pîşeyîbûnê jî, raport û dîmenên zîndî yên Kurdistan24ê di wê qonaxê de bûn çavkaniyên sereke û bawerpêkirî yên mezintirîn ajans û kenalên nûçeyan ên cîhanê ekî Reuters, Agence France-Presse (AFP), CNN û BBC bo veguhastina nûçeyên bereyên cengê.
Tevlîbûyîyên merasîmê: Kurdistan24 nimûneya medyayê azad a cîhanî ye
Di çarçoveya merasîma pêşkêşkirina vê xelatê de, berpirs û kesatiyên diyar pesna rola bibandor a Kurdistan24ê kir:
Serokê Destpêşxeriya Medyaya Azad Peter Roff ragihand: "Destpêşxeriya Azadiya Medyayê bizavê dike ku rêzê li wan berhemînerên medyayî bigire yên ku berhemên wan dadperwerane, hevseng, zanyarbexû û hûrbînane ne; herwisa çîrok û nêrînekê pêşkêş dikin ku asoyê fikirînê berfireh dike û bandorê li ser bazaran çê dike. Îsal me hest pê kir ku di nav hemî wan dezgehên ku hatibûn pêşniyarkirin de, Kurdistan24 wekî nimûneya berçav a wê yekê derdikeve ku medyaya azad a cîhanî divê çawa be."
Cîgirê Birêveberê Bicihanînê yê Tora Serkirdetiyê ya “Transatlantic”ê Sasha Toperich di gotarekê de got: "Ez bi vê pênngavê gelek dilxwaş bûm. Wekî hûn dizanin, ez gelek ji Kurdistanê hez dikim. Ev pêşniyar bi rêya endama lijneya me ya helsengandinê xatûn Anne-Elisabeth Moutet li Frensayê hat, ku rojnamevaneka navdar a “Daily Telegraph”ê ye, min jî bi temamî piştgîrî lê kir. bi dîtina min vê xelatê sedemeka din xist beranberî xelkê Amerîkayê, daku giringiya gelê Kurd wekî hevpeymaneka gelek bihêz binasin. Piştî ku min çend caran serdana Kurdistanê kir, ev bo Kurdistan24ê şeveke birewş e."
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê Tirîfa Ezîz jî amaje bi giringiya dîrokî ya vê destkeftiyê kir û got: “Romala Kurdistan24ê ya şerê li dijî DAIŞê giringiyeke zêde hebû, daku bo cîhanê diyar bike ku ev koma terorîstî çi hovîtiyan dike. Di vê merasîmê de, fîlmekî belgenameyî hat nîşandan ku romalên meydanî yên Kurdistan24ê di wê qonaxa giran û hestiyar de berçav dikir. Serbilindiyeka mezin e ku îro ez li vê derê me daku şahida wergirtina vê xelata navneteweyî ji aliyê Kurdistan24ê ve bim.
Rehîm Reşîdî di dema wergirtina vê xelatê de wekî nûnerê dezgeha Kurdistan24ê, tevî diyarkirina spasî û rêzgirtinê, ev xelat pêşkêşî tevaya wan rojnamevanan kir ên ku jiyana xwe ji bo azadî, dadperwerî, rastî û demokrasiyê dixin metirsiyê daku dengê gelê xwe bigehînin cîhanê.
Ev xelata navneteweyî ku ji aliyê Tora Serkirdetiyê ya “Transatlantic”ê (TLN) ve li Waşintonê hat pêşkêşkirin pênasekirina fermî ye bo rola dîrokî û pîşeyî ya Kurdistan24ê di romalkirina şerê li dijî DAIŞê de. Di demekê de ku tîmên Kurdistan24ê ligel hêzên Pêşmergeyan li sengerên pêşiyê bûn, ew bûn çavkaniya sereke ya medyayên herî mezin ên cîhanê ji bo veguhastina rastiyan û parastina azadiya rojnamevaniyê.