DEM Partî daxwaza eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera 89ê ya bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, DEM Partiyê peyamek belav kir û daxwaza eşkerekirina cihê gorên wan, rûbirûbûna bi rastiyê re û lêborînê ya fermî kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di salvegera 89ê ya bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de peyamek li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê belav kir.
Navenda Giştî ya DEM Partiyê di peyama xwe de amaje bi wê yekê da ku di salvegera 89ê ya bidarvekirina wan de, bi rêz û hurmet Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr tînin û ew wekî "sembola berxwedaneke mezin" bi nav kirin.
DEM Partiyê behsa wê yekê jî kir ku Seyîd Riza li hemberî stem û nedadperweriyê serê xwe netewand û çok nedanî, tekez li ser wê yekê jî kir ku rêbaza wan rêbaza DEM Partiyê ye.
Di pareka din a peyama xwe de, DEM Partiyê tekez kir ku divê cihê gorên Seyîd Riza û "miriyên bêgor" bê eşkerekirin. Herwisa ragihand ku heta cihê wan goran neyê eşkerekirin, rûbirûyî rastiyê nebin û lêborîn neyê xwestin, ew dê li ser têkoşîn û berxwedanê berdewam bin.
herwisa berî çend rojan, parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu pêşniyareqanûneke 10 xalî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir, ji bo vekirina arşîvên dewletê, vegerandina navê Dêrsimê û eşkerekirina cihê wan goran, di demekê de ku daxwazeke qanûnî jî ji bo hilweşandina biryarên dadgeha sala 1937ê hatiye pêşkêşkirin.
Seyîd Riza serkirdeyê diyar ê olî û eşîrî yê Kurdên Elewî yên devera Dêrsimê bû li Bakurê Kurdistanê. Piştî derxistina qanûna Dêrsimê di sala 1935ê de û destpêkirina kempeyna leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê li ser Dêrsimê di salên 1937 heta 1938an de, Seyîd Riza û hevalên wî hatin desteserkirin û di 15ê Mijdara 1937ê de li Meydana Genimê ya bajarê Xarpêtê (Elazîz) hatin bidarvekirin.
Li gorî belgenameyên dîrokî, di dema dadgehkirinê de jiyê Seyîd Riza hat biçûkkirin û jiyê kurê wî Resîk Husên jî hat mezinkirin daku karibin cezayê bidarvekirinê li ser wan bisepînin. Di bûyerên Dêrsimê de, li gorî amarên fermî, zêdetirî 13 hezar kesan, û li gorî çavkaniyên xwecihî, zêdetirî 50 hezar kesan hatin kuştin û bi dehan hezar kesên din jî hatin koçberkirin.