Wezareta Perwerdeyê zêdetirî 8 hezar û 800 xwendekar vegerandin ber xwendinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar, kampanyayeke berfireh ji bo vegerandina xwendekarên ku ji xwendinê qut bûne daye destpêkirin û di sala xwendinê ya 2025-2026an de, zêdetirî 8 hezar û 800 xwendekar vegerandine ber xwendinê.
Rêveberê Giştî yê Programên Xwendinê Hesen Sertîp ji Kurdistan24ê re ragihand: "Qutbûn yan destberdana ji xwendinê, yek ji wan pirsgirêkan e ku bandoreke neyînî li ber pêşeroja kes û civakê dike, bi taybetî ew xwendekarên ku li dibistanê hatine tomarkirin, lê berî temamkirina qonaxên xwendinê dev jê berdane."
Derbarê sedemên vê qutbûnê de, Sertîp diyar kir: "Sedem vedigerin ser rewşa aborî û hejariyê, pirsgirêkên tenduristiyê, rewşa civakî û malbatî, dûriya dibistanê, lawaziya asta xwendinê û nebûna çavdêrî û şopandinê."
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, di sala xwendinê ya 2025-2026an de 8 hezar û 836 xwendekar vegeryane ber xwendinê. Hejmara giştî ya wan xwendekarên ku di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji xwendinê qut bûbûn û vegeryane polan, gihîştiye 42 hezar û 107 xwendekaran.
Niha rêjeya nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê ji bo kesên di ser temenê 10 saliyê re 16.23% e. Sertîp rêkarên çareseriyê ji bo rêgirtina li qutbûna ji xwendinê wiha şîrove kirin: "Çavdêrîkirina berdewam a xwendekaran, peywendîkirina bi malbatan re, pêşxistina bernameyên nehîştina nexwendewariyê û xwendina bilez ji wan rêkaran in ku tên cîbicîkirin."
Wezareta Perwerdeyê tekez dike ku divê di plana perwerdeyî de girîngiyeke taybet bi mijara devberdana ji xwendinê were dayîn. Hesen Sertîp di vê derbarê de got: "Ev ne tenê pirsgirêkeke perwerdeyî ye, belkî pirsgirêkeke civakî ye jî û çareserkirina wê berpirsiyariya hemû aliyan e."
Her sal Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina UNICEFê, di 8ê Îlonê de ku Roja Cîhanî ya Nehîştina Nexwendewariyê ye, kampanyaya vegerandina xwendekaran bo dibistanan radigihîne û di wan kampanyayan de bi hezaran zarok û xwendekar sûdmend dibin û vedigerin ber xwendinê.