80 nivîskar û akademîsyen: Silêmanî ne milkê ti hêzeke siyasî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – 80 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas û çalakvanên sivîl ên Kurdistanê, di daxuyaniyekê de dijatiya xwe ya li hemberî kampanyaya biherêmkirina Silêmaniyê ragihandin û tekez kirin ku çareseriya pirsgirêkên welatiyan bi çaksazî û dadperweriyê dibe, ne bi parçekirina Herêma Kurdistanê.
80 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas û çalakvanên sivîl ji bajar û deverên cuda yên Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi sernavê "Bangawaziyek ji bo Parastina Yekîtiya Herêma Kurdistanê", helwesta xwe li dijî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo biherêmkirina Silêmaniyê aşkere kirin.
Di bangawaziyê de ku roja Yekşemê, 15ê Mijdara 2026an hatiye belavkirin, îmzakeran destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ne tenê sînorekî erdnîgarî yan pêkhateyeke îdarî ye, belkî berhema dîrokeke hevbeş, xebateke dirêj û êş û hêviyên çendîn nifşan e ji Silêmanî, Hewlêr, Dihok û Helebceyê heta Ranya, Qeladizê, Mêrgesor, Şêladizê, Xaneqîn, Kelar û Kifriyê. Her wiha wan tekez kir ku cudahiyên van deveran sedema dewlemendiya Kurdistanê ne, ne ji bo qutbûna ji hev in.
Îmzakerên bangawaziyê li hemberî kampanyaya biherêmkirina Silêmaniyê pirseke bingehîn xist rojevê û gotin: "Gelo pirsgirêka welatiyan di yekgirtîbûna Herêmê de ye, yan di şêwaza birêvebirinê, nedadperwerî û nakokiyên siyasî de ye?" Herwiha diyar kirin ku eger pirsgirêk di birêvebirinê de be, divê çareserî di çaksaziya saziyan, dadperweriya di dabeşkirina samanan û wekheviya mafan de were dîtin, ne bi guhertina sînoran.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat tekezkirin ku tevî rêzgirtina li mafê derbirîna nêrînan, kampanyaya komkirina îmzeyan ne belgeya razîbûna giştî ye û nikare cihê gotûbêja berfireh û nirxandina destûrî, aborî û civakî bigire. Di heman demê de careke din destnîşan kir ku nabe ti bajar bibe qurbaniyê nakokiyên partiyan û nabe ti partî jî xwe wekî tekane dengê bajarekî bide nasîn; ji ber ku ne Herêm milkê ti partiyekê ye û ne jî Silêmanî milkê ti hêzeke siyasî ye.
Nivîskar û akademîsyenan di bangawaziyê de pêdagirî li ser yekîtiya çandî û rûhî ya Kurdistanê kir û diyar kir ku ne pêkan e sembolên dîrok û wêjeya kurdî yên wekî Mestûre û Hepsexan, Nalî û Cizîrî, Xanî û Hacî Qadir, Ebdulxaliq Merûf û Husên Arif, Mayî û Şêrko Bêkes ji hev werin veqetandin; ji ber ku hemû giyanek di çendîn laşan de bûn ku dilê wan Kurdistan bû.
Di dawiya bangawaziyê de, îmzakeran bang li rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û hiqûqnasên hemû bajaran kir ku bi pîvanên destûr û berjewendiya giştî rewşê binirxînin û piştgiriya vê bangawaziyê bikin, da ku hemû aliyên siyasî werin handan ku ji bo qurbaniyan û rûmeta Herêma Kurdistanê li dora maseya gotûbêj û danûstandinê bicivin.