Omer Çelik: Biryara YBŞê bo valakirina Şingalê giring e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê AK Partiyê radigihîne ku prosesa tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyeyê berdewam e û biryara Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî ya ji bo valakirina Şingalê girîng e.
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) Omer Çelik di daxuyaniyekê de ragihand ku li Sûriyeyê prosesa tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam e û biryara Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî ya ji bo valakirina Şingalê girîng e.
Çelik amaje bi wê yekê jî da ku mijar ne tenê çekdanîn e û got: "Di bin siya çekan de dengê demokrasiyê kiz dibe, vegirtina siyasî û civakî lawaz dibe, di warê kargêrî de çaksaziyên cidî nayên kirin û modeleka nû ya ewlehî û aborî jî ji bo hemî aliyan nayê pêş."
Omer Çelik zelal jî kir ku bêguman rêbaz cuda ne; tevlîbûna HSDê li Sûriyeyê û valakirina Şingalê cuda ne û dibe ku ya PJAKê jî cuda be. Herwisa got: "Stratejiya devera bê teror bi hev ve girêdayî ye, lê awayê bicihanîna wê cuda ye."
Ev daxuyaniyên Omer Çelik di demekê de ne ku Enqere li Sûriye û Îraqê li pey bicihanîna stratejiya xwe ya "devera bê teror" e. Tirkiye bi girîngî çavdêriya pêvajoya tevlîbûna HSDê di nava saziyên fermî de û vekişîna çekdaran ji Şingalê dike, daku hebûna çekdarî ya li ser sînorên xwe bi dawî bîne.