Hejmarek projeyên kenalên avê li navenda bajarê Hewlêrê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyê û parastina selametiya welatiyan, li sînorê Şaredariya Sêyan û li taxên Hewlêra Nû û Sêberdanê dest bi cîbicîkirina projeyên kanalên avê kir.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Hewlêrê, proje çend gavên teknîkî li xwe digire ku bi awayekî sîstematîk ji bo rêgirtina li kombûna avê û derketina lehiyê hatine bicihkirin.
Di vê çarçoveyê de, endezyaran û tîmên pispor li wan xalên lawaz ên ku ava baranê lê kom dibe dest bi danîna boriyên lûleyî kiriye. Herwiha kar li ser paqijkirin û berfirehkirina kend û rêgehên xwezayî tê kirin, da ku ava baranê bi hêsanî derbas bibe; ew aveçûnên sindoqî yên ku di barana dijwar a çend rojên borî de xitimîbûn û pirsgirêk ji bo niştecihan çêkiribûn, niha tên çareserkirin.
Serokatiya Şaredariyê daxwaz ji welatiyan kir ku di dema cîbicîkirina projeyê de alîkar bin û gilêş û bermayiyan navêjin nav kend û kenalan; ji ber ku parastina jîngehê û selametiya taxan erkekî hevbeş e ji bo rêgirtina li ziyanên barîna baranê.
Cîbicîkirina van projeyan di demekê de ye ku şeva 7 li ser 8ê vê mehê, di nav du demjimêr û nîvan de 70 mîlîmetre baran li navenda Hewlêrê barî. Ew baran bû sedema rabûna lehiyê li taxên Hewlêra Nû û Sêberdanê, ku di encamê de bi dehan otomobîl di bin avê de man û av çû nav bi dehan malan.
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê eşkere kir ku lîjneyên taybetmend niha mijûlî temamkirina rêkarên qerebûkirina wan welatiyan in ku ji ber lehiyê ziyan dîtine.