Mesrûr Barzanî sersaxî li Lîwa Nezîr Asim Goran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de ji ber koça dawî ya dayika wî, peyameke sersaxiyê arasteyî Serokê Akademiya Serbazî ya Iraqî Lîwa Nezîr Asim Goran kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 18ê Mijdara 2026an di peyama xwe de pirse û sersaxî li Lîwa Nezîr Asim Goran û malbata wî kir.
Serokwezîr di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û wiha nivîsand: “Ji bo koça dawî ya dayika we ya birêz, pirse û sersaxiyê li we û malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me.”
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û aramî û dilnewayiyê jî bibexşîne hemûyan.