Mihemed Şukrî: Movenpicka Gomespanê ji bo pêşxistina geştyariya Kurdistanê gaveke nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand, projeya geştyarî ya "Movenpick"ê li Gomespanê beşek e ji plana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ya ji bo girîngîdana bi sektora geştyariyê û rakêşana zêdetirî 20 milyon geştyaran heta sala 2035an.

Mihemed Şukrî îro 17ê Mijdara 2026an li ser projeya "Movenpick – Gomespan"ê ji Kurdistan24ê re got: "Girîngiya vê projeyê di wê yekê de ye ku branda Movenpickê tê Herêma Kurdistanê; ji ber ku anîna van cure brandan ji bo niha û dahatûyê xwedî girîngiyeke taybet e."

Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir, piştî temambûnê, ev proje dê bibe beşekî sereke ji wê projeya mezin a geştyarî ya ku li derdora Bendava Gomespanê tê avakirin û dê bandoreke berçav li ser geşepêdana jêrxana geştyarî ya Herêma Kurdistanê bike. Herwiha eşkere kir ku di rojên bê de ji bo cîbicîkirina projeyên zêdetir li wê deverê gavên din dê bên avêtin da ku piştgiriyeke zêdetir li sektora geştyariyê bê kirin.

Mihemed Şukrî destnîşan kir ku girîngîdana bi bihêzkirina jêrxanên aborî, geştyarî, avakirina bendavan û baştirkirina sektorên perwerde, xwendina bilind û tenduristiyê temamkerên hev in. Tekez kir ku bi rêya van planan sektora geştyariyê li Herêma Kurdistanê dikare zêdetir pêş bikeve û sûd û qezenceke baş ji bo hikûmet û welatiyan bê misogerkirin.

Projeya pêncstêrkî ya "Movenpick Gomespan Resort" ku îro Sêşemê kevirê wê yê bingehîn ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê danîn. Proje jî li ser nîvgiraveke Gola Gomespanê li bakurê rojhilatê Hewlêrê cih digire.

Proje ji aliyê kompanyaya "Alcove"ê ya ser bi "KRD Group"ê ve tê avakirin û ji aliyê kompanyaya "P&T Group"ê ve bi şêwazê neoklasîk ê Îtalî hatiye dîzaynkirin. Rîzort ji 140 odeyên ber bi golê ve pêk tê û xwaringeh, kafe, spa, hola werzîşê, melevangehên vekirî û girtî, klûba zarokan û rûberekî 1,800 metre çargoşe taybet bi şahî û civînên bazirganî li xwe digire.

Ev proje yekem şaxê branda cîhanî ya Swîsrî "Movenpick"ê ye li Herêma Kurdistanê ku dîroka wê vedigere sala 1948an, ser bi koma "Accor"ê ye û li zêdetirî 40 welatan xwediyê zêdetirî 140 otêl û rîzortan e. Avakirina vê rîzortê temamkerê gavên geşepêdana geştyarî ya herêmê ye ku piştî vekirina Bendava Gomespanê (sêyemîn bendava herî mezin a Herêmê di Cotmeha 2024an de) û rêya dusalî ya "Hewlêr – Gomespan"ê (di Sibata 2026an de) tê cîbicîkirin, da ku dever bibe yek ji mezintirîn navçeyên geştyarî yên parêzgeha Hewlêrê.