Du jêderan ji Kurdistan24ê re: Zeydî û Qaanî li ser pirsgirêka Curf Sexrê li hev kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Feyleqa Qudsê li ser çareserkirina pirsgirêka “Curf Sexr”ê li hev kirin. Li gorî zaniyariyên ku du jêderên agahdar dane Kurdistan24ê, Ketîbeyên Hizbullahê dê bê rûbirûbûn ji navçeyê vekişin û hêzeke hevbeş a ewlehiyê û Heşda Şeibî dê cihê wan bigire.
Du jêderên agahdar ji Çarçoveya Hevahengiyê îro 18ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ligel Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî civiyaye û gihîştine hevtêgihiştinekê da ku Ketîbeyên Hizbullahê ji “Curf Sexr”ê vekişin û hêzeke hevbeş a Heşda Şeibî, Polîsên Federal û hêzên din ên ewlehiyê cihê wan bigire.
Jêderan diyar kir ku Elî Zeydî rijdî li ser helwesta xwe kiriye ku nabe Hizbullah li “Curf Sexr”ê bimîne, ji ber ku paşvekişîna ji vê mijarê lêdana li serweriya welêt û hêzên ewlehiyê ye, û gotiye: “Eger em îro tiştekî wiha pesend bikin, sibe dê tiştên xirabtir rû bidin; divê hemû komên çekdar ji wê yekê fêm bikin ku kes di ser yasayê re nîne.”
Ji bo rêgirtina li pevçûnan, Îsmaîl Qaanî pêşniyar kiriye ku hêzeke Heşda Şeibî bi diyarkirina Zeydî bi xwe û bêyî ku pêwendiya wê bi komên çekdar re hebe, bi hevbeşî ligel hêzên din ên ewlehiyê derbasî nav “Curf Sexr”ê bibe û Hizbullah jî bê rûbirûbûn vekişe. Herçend Zeydî demildest bi vê pêşniyarê razî nebûye jî, lê ev yek ji şer û rûbirûbûnê baştir dîtiye; hevdem serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê jî ligel wê yekê ne ku pirsgirêk û alozî dirust nebin.
Dîroka Curf Sexrê û qedexebûna navçeyê
Navçeya Curf Sexrê dikeve bakurê parêzgeha Babilê û bi dûrahiya nêzîkî 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê Bexdayê ye. Di Cotmeha 2014an de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û meha paşê Encûmena Parêzgeha Babilê navê wê guhert û kir “Curf Nesr”. Ji wê demê ve nêzîkî 12 sal in niştecihên wê yên resen wekî aware mane û rê bi wan nehatiye dayîn ku vegerin; herwiha navçe di bin desthilata komên çekdar û bi taybetî Ketîbeyên Hizbullahê de bûye û li ber hêzên fermî yên Iraqê girtî bûye. Ji bilî wê, di salên 2023 û 2024an de jî çend caran binkeyên navçeyê bûne armanca êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê.
Aloziyên vê carê ji 8ê Mijdara 2026an ve dest pê kirin, piştî ku Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî serokatiya civîneke awarte ya ewlehiyê kir li ser raporên derbarê bi qaçaxbirina petrolê û hebûna parzûngeh û boriyên neyasayî li Curf Sexrê.
Roja 16ê Mijdarê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihand ku hêzên çekdar diçin navçeyê û demeke nêz jî ji bo vekişîna Ketîbeyên Hizbullahê hatiye diyarkirin.
Êvara heman rojê jî di civîna hejmar 301 a Çarçoveya Hevahengiyê de nakokiyeke tund li ser egera pevçûna serbazî dirust bû; ji koma 12 serkirdeyên çarçoveyê heft kesan piştgirî da gava serokwezîr, lê Hadî Amirî û Nûrî Malikî daxwaza çareseriya bi rêya gotûbêjê kir.
Navbeynkariya Qaanî
Duh 17ê Mijdara 2026an, alozî gihîştin lûtkeyê dema ku çekdarên Ketîbeyên Hizbullahê rê li çûna şandeke hevbeş a hikûmet, hêzên ewlehiyê û dadweriyê ya bo nav Curf Sexrê girt. Hevdem Wezîrê Navxwe yê Iraqê Îbrahîm Cibûrî li Babilê hişyarî da ku kes nikare li derveyî yasayê bimîne. Ketîbeyên Hizbullahê jî di daxuyaniyekê de çûna hêzên federal red kir.
Her duh jî Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neragihandî gihîşt Bexdayê û ji bo rêgirtina li teqîna şerê navxweyî, ligel Zeydî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiya, da ku bigihin şêwaza bicihkirina hêza hevbeş û yekîneyên serbixwe yên Heşdê yên wekî Lîwayên Mezargehan li şûna Ketîbeyên Hizbullahê.