Li Kembera Kesk a Hewlêrê 1.8 milyon darên zeytûnan tên çandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Bicihanînê yê Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku di qonax û zona duyê ya Projeya Kembera Kesk de, biryar e ku yek milyon û 800 hezar darên zeytûnan bên çandin; hemî dar jî ji cûnên Yûnanî ne û ji Yûnanistanê tên anîn, û biryar e hefteya bê dema damezrandina kargeha taybet a çêkirina zeyta zeytûnan a berhemê Kembera Kesk bê diyarkirin.

Rêveberê Bicihanînê yê Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê Karwan Mêskî îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, li ser hûrgiliyên awa û dema çandina darên zeytûnan taybet ji malpera Kurdistan24ê re got: "Ew darên zeytûnan hemî bi hev re û di yek demê de nayên çandin, belkî ji ber girêdana bi demsala çandinê ve par par û qonax qonax tên çandin." 

Rêveberê Bicihanînê yê Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê herwisa eşkere jî kir ku temenê wan şitlan ên ku tên anîn yek sal e û pêdivîtiya wan bi sê salan heye heta ku zeytûnan bigirin û berhemê wan hebe.

Li ser avakirina kargeha zeyta zeytûnan di nava Kembera Kesk de, Karwan Mêskî ragihand ku projeya kargehê niha di qonaxa plankirinê de ye û hîn biryara dawiyê li ser dema destpêkirina wê nehatiye dan, lê tê çaverêkirin ku heta destpêka hefteya bê û di rojên Duşem û Sêşemê de biryar li ser dema danîna kargehê, şiyana berhemanînê û hûrgiliyên din bê dan.

Di pareka din a daxuyaniya xwe de Rêveberê Bicihanînê yê Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê behsa peydakirina derfetên kar kir û eşkere kir ku niha û di çarçoveya karkirina di her du qonaxên projeyê de, bi hezaran derfetên kar ji bo ciwan û karkerên navxweyî hatine peydakirin û li gel damezrandina kargeha zeyta zeytûnan jî dê derfetên kar ên din bên peydakirin.

Qonaxa duyê ya Kembera Kesk a Hewlêrê 11 hezar donimên zeviyan vedigirin û ji gundê Gezneyê (rêya sereke ya Hewlêr - Dihokê) û ji Sêbîranê li ser rêya (Hewlêr - Xebat) dest pê dike; tê çaverêkirin ku zêdetirî yek milyon û 800 hezar darên zeytûnan tê de bên çandin û li gorî plan û bernameya karkirinê di vê qonaxê de 10% karên wê di nava salekê de tên temamkirin. Ev jî di demekê de ye ku di qonaxa yekem a projeyê de li ser rûberê 4 hezar û 200 donimên zeviyan, 700 hezar şitil hatine çandin.

Rûberê giştî yê vê projeyê jî 78 kîlometre ye ku li dora Hewlêrê tê çêkirin û tevahiya wan şitl û darên ku tên çandin 7 milyon darên zeytûn, fistiq û pirteqalan vedigire, ku ji bo rêgirtina li toz û xweliyê û paqijkirina hewaya bajarî dê feydeyeka mezin hebe; herwisa ev projeya stratejîk salane dê bibe sedema kêmkirina nêzîkî 210 hezar tonên gazên bizirar, ev jî dê bandoreke mezin li ser dabînkirina hewayeke tendurist ji bo xwecihên paytextê bike.