DEM Partî bo Ozel: Nabe pêvajoya aştiyê bo destkeftiyên siyasî bên bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di kongreyeke rojnamevanî de li navenda sereke ya partiya xwe helwesta partiya xwe li ser dawî pêşhatên siyasî, pêvajoya aştiyê, biryara Ozgur Ozel a ji bo tevlînebûna di Komîsyona Çavdêriyê de, cezayê qedexekirina siyasetê li ser Ekrem Îmamoglû û rewşa girtiyên nexweş berçav kir û tekez li ser wê yekê jî kir ku rawestandina vî şerê 50 salî berdewam e û pêdivîtiya xwe bi hebûna her kesî li ser maseya danûstandinan heye.
Ayşegul Dogan bertek nîşanî biryara Serokê Giştî yê Partiya Nû (Yenî Partî) Ozgur Ozel li ser neşandina endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê li parlamentoyê da, ku biryar e piştî pejirandina qanûna çarçoveyê bi 467 dengan bê çêkirin.
Dogan herwisa ragihand ku serkeftina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk tenê bi pêngavên kiryarkî û bawerîbexş ji bo demokratîkkirinê dibe, lê veguherîna daxwazên demokrasiyê bo amûreke gumanê û dûrketina ji pêvajoyê îradeya civakî ya ji bo aştiyê lawaz dike.
Berdevka DEM Partiyê herwisa got: "Ji bo partiya me dudiliyeke bi navê aştî an demokrasî tune ye, ev her du temamkerên hev in û ji hev nayên cudakirin. Daxuyaniyên Serokê Partiya Nû metirsiya lawazkirina zemîneya demokrasiyê ya pêvajoyê heye."
Ayşegul bi bîr anî ku sala borî dema şanda parlamentoyê çû Îmraliyê, Partiya Nû (ku wê demê navê wê CHP bû) endam ji bo şandê diyar nekirin, herwiha di dengdana ji bo qanûna çarçoveyê de jî 54 dengên na hatin tomarkirin û got: "Niha jî biryara tevlînebûna di Komîsyona Çavdêriyê de wisa xuya dike ku bibêjin bila wisa xuya nekin ku em alîgirên pêvajoyê ne. Ev dîmenekî ne baş e û metirsiya dûrxistina wan û gelê Kurd jê derdikeve."
Wê herwisa daxwaz ji Ozgur Ozel û Partiya Nû kir ku li biryara xwe vegerin û got: "Ji destpêkê ve me gotiye pêdivî ye berî her kesî opozisyona sereke li ser maseyê be, eger na wekî bêsiyasetî û nebûna pêşniyarê ji bo çareseriya pirsa Kurdan û demokrasiyê tê xwendin."
Li ser pêngavên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo çêkirina Komîsyona Çavdêriyê jî, berdevka DEM Partiyê rexne li diyarkirina nexşerêyeke demkî ya zelal girt û amaje bi wê yekê da ku gotina "amadekarî di qonaxa dawiyê de ne" nezelal e.
Herwisa diyar jî kir ku li gel gotinên Kurtulmuş hevnerîn in û got ku nabe ti aliyek, çi desthilat û çi opozisyon, vê pêvajoyê ji bo destkeftiyên siyasî bi kar bîne.
Di bersiva pirsekê de li ser destpêkirina Abdullah Ocalan wekî berpirsê rêkxistina yê aştî û siyasetkirinê û pêkhateya desteya aştî û siyasetkirinê, berdevka DEM Partiyê eşkere kir ku heta niha hejmara endaman û ew kesên ku di wê desteyê de bin bi temamî nehatiye yekalîkirin û îhtimal heye siyasetmedar jî tê de bin.
Wê tekez li ser wê yekê jî kir ku karên vê desteyê dereng ketine û got: "Em li bendê ne ku di rojên pêş de karên xwe dest pê bike û ew deste karibe biçe girava Îmraliyê." Herwisa got ku pêdivî ye Ocalan jî wekî Berpirsê Rêkxistinê yê Desteya Aştî û Siyasetkirinê di vê desteyê de pişkdar be, ji ber ku ew yek ji kesatiyên herî girîng e ji bo hevahengîkirina aştî û siyasetkirinê.
Ayşegul Dogan herwisa bal kişand ser pêla girtin û cezayên hefteya borî û pejirandina cezayê 19 sal û 6 mehên zindanîkirinê ji bo Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Sidîq Akiş li dadgeha têhelçûnê û berdewamiya qeyûman li ser şaredariyên partiya xwe şermezar kir. Herwiha amaje bi girtin û berdana siyasetmedarên Kurd li Amed û bajarên din kir, di nav wan de jî serdana komîsyona qanûnî ya partiya wan bo cem Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û cîgirê wî li Enqereyê.
Berdevka DEM Partiyê rexneyeke tund li girtina weşanxaneya "Belkî"yê ya li Amedê, girtina parêzerên Komeleya Mafnasên Hevçerx (ÇHD) li Îzmîrê û qedexekirina gihîştina bi medyayê girt û pirsî: "Ji aliyekî ve behsa aştî û demokratîkkirinê tê kirin û ji aliyê din ve destdirêjî li ser birîna kûr a Kurdan ku ziman e tê kirin; eger zextên li ser zimanê Kurdî bi dawî nebin, dê çawa pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk zelal bikin?"
Ayşegul Dogan behsa rewşa metirsîdar a girtiyên nexweş û çalakiya rûniştina bêsînor a malbatên girtiyan, Mafperweran û parlamenteran kir ku rojane di navbera seet 14:00 heta 16:00 li ber Wezareta Dadê bi dirûşma "Bila êdî zarokên me nemirin û term ji girtîgehan dernekevin" tê lidarxistin.
Herwisa amaje bi jiyanjidestdana girtiyê nexweş Tuncer Saglam kir û ragihand ku tevî pêşkêşkirina daxwaza berdan û paşxistina bicihanîna cezayê wî, dozgeriyê bersiv nedaye, û got: "Hilbijartina rizgarnekirina jiyana mirovekî di demekê de ku şiyana rizgarkirina wî heye, biryareke siyasî ye."
Herwiha rewşa giran a Evîn Zapsu (tûşbûyê penceşêra qonaxa çarê li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê) û Newroz Bozkurt (tûşbûyê penceşêra demdirêj a xwînê li Girtîgeha Sîncanê) wekî mînak anî û tekez li ser wê yekê kir ku dewlet rasterast ji jiyana girtiyan berpirsyar e û pêdivî ye mafê jiyan û tenduristiya wan bê misogerkirin û daxwazên berdana wan neyên paşxistin.