Peyamnêrê K24ê: Qonaxa yekê ya operasyona çûna nav Curf Sexirê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Berî demeke kêm qonaxa yekê ya operasyona leşkerî li devera Curf Sexirê ya girêdayî parêzgeha Babilê dest pê kir û hêzên Polîsên Federal ber bi pêgehên xwe yên diyarkirî ve hatin livandin.
Îro În, 20ê Mijdara 2026ê, li nava bingeha Polîsên Babilê, ew hêzên ku ji bo operasyonê hatibûn diyarkirin ji bingeha xwe derketin û ber bi wan cihan ve bi rê ketin ên ku li sînorê Curf Sexirê ji bo wan hatine destnîşankirin, daku tê de bicih bibin.
Li gorî wê plana ewlehiyê ya ku hatiye danîn, hêzên Polîsên Federal yek ji hêzên sereke ne ku diçin nava wê deverê. Her çend berê biryar bû ku çend lîwayên Heşda Şeibî ligel Polîsên Federal pişkdar bibin, lê heta niha ne zelal e ka wan lîwayan dest bi livînê kiriye yan na.
Di derheqa qebareya wan hêzên ku hatine livandin de, zanyar amajeyê bi wê yekê dikin ku hêz ne gelek mezin e û ji nêzîkî 50 otomobîlên leşkerî pêk tê, ku yên herî giran otomobîlên "Hummer" in û çekên giran û navîn pê re ne, herwisa hejmareka ambûlansan jî ligel wan in.
Tê pêşbînîkirin jî ku ev hêz bêyî rûbirûbûn û şer biçin nava Curf Sexirê û li pêgehên xwe bicih bibin.
Ev jî di demekê de ye ku biryar bû îro seet 06:00 ê sibehê, her yek ji Polîsên Federal, Polîsên Enerjiyê û du lîwayên Heşda Şeibî biçin nav Curf Sexirê û deverê kontrol bikin.
Herwisa Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî jî duhî Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, serokatiya civîneke wezîr û fermandarên ewlehiyê kir, ji bo şopandina pêşhatên Curf Sexirê.