Li Kerkûkê şofêrên barhilgiran rêya serekî ya Şiwanê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Şofêrên barhilgiran li xala kontrolê ya Durêyana Şiwanê li Kerkûkê, wekî nerazîbûnekê li hember astengî û rêgirtinên li pêşiya hatin û çûnên wan, rêya serekî girt. Ev rewş piştî wê yekê tê ku şofêr di dema veguhastina kelûpelên avahiyan ji bo nav Kerkûkê de rûbirûyî rêgirtinên tund dibin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo, xala kontrolê ya Durêyana Şiwanê ku nahiyeyên Şiwanê û Teqteqê bi Kerkûkê ve girê dide rêyê li ber şofêrên barhilgiran digire. Sedema rêgirtinê jî vedigere nebûna amûrên sonar û qepanê li wê xala kontrolê, di demekê de ku aliyên ewlehiyê daxwazê ji şofêran dikin ku ji bo pişkinîn û kêşana barhilgirên xwe biçin deverên Daremanê yan Pirdê.

Yek ji şofêrên nerazî ji Kurdistan24ê re got: "Dûrahiya di navbera xala kontrolê û Daremanê yan Pirdê de nêzîkî 50 heta 60 kîlometreyan e. Pirsgirêk tenê nebûna sonar û qepanê nîne, belkî baca zêde, nebûna rêyên guncayî û serederiya xalên kontrolê em bêzar kirine." Wî şofêrî tekez jî kir ku tevî soza berpirsan ji bo baştirkirina rewşa xalên kontrolê, rewş xirabtir bûye.

Şofêrekî din jî, ku tevlî nerazîbûnê bûbû, nebûna yek biryara îdarî di xalên kontrolê de wekî sedema serekî ya aloziyan diyar kir û got: "Her dezgeh û xaleke kontrolê ji bo xwe biryarê dide. Ji bo veguhastina kelûpelan ji Şiwanê bo Kerkûkê, ez neçar im 60 kîlometreyan biçim Pirdê daku barhilgira xwe bikêşim, ev jî di demekê de ye ku ez 200 lîtreyên gazê ji bo kirêyekê xerc dikim û tenê 40 hezar dînar qazanc ji bo malbata min dimîne."

Wî şofêrî ew yek jî eşkere kir ku rêgirtin bi awayekî cudakarî ji bo şofêrên qelabeyan e. Wekî wî bi xwe amaje pê da, tanker, saylo û cûnên din ên barhilgiran bi hêsanî û bêyî rêgirtin derbaz dibin.

Di derheqa girtina wê rêyê de, şofêrekî din ragihand: "Me bi dilê xwe rê negirtiye û me pê nexweş e ku em astengiyan ji bo welatî û fermanberan çê bikin, lê dema rêya debara jiyana me tê girtin û efserên xalên kontrolê guh nadin me, em neçar in ji bo gihandina dengê xwe vê rêkarê bigirin ber xwe."

Ji aliyekî din ve jî, peyamnêrê Kurdistan24ê zelal kir ku ne tenê şofêr in, belkî bazirgan jî ji serederiya nehejî ya karmendên xalên kontrolê gazinan dikin. Zanyar amaje bi wê yekê dikin ku pirsgirêk berdewam bi awayekî demkî tên çareserkirin û çendîn caran şofêr rûbirûyî sivikatî û lêdanê bûne. Wekî mînak, hefteya borî li xala kontrolê ya Durêyana Şiwanê li çend şofêran hatiye dan û heta niha jî pirsgirêk hilawîstî maye û ew rê girtî ye.