Mesrûr Barzanî xurtkirina peywendiyên dîrokî yên Kurdistan û Rûsyayê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir û di hevdîtina wan de tekez li ser pêşxistina peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera her du aliyan de hat kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Marat Rajbadînov kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, "Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Kurdistan û Rûsyayê de kir."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê jî kêfxweşiya xwe bi destpêkirina karî li Herêma Kurdistanê nîşan da û xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de tekez kir.