Tevgera Goranê: Divê aliyên siyasî yên Kurdistanî bi lez bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Goranê biryarên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo xistina bin desthilata federalî ya deriyên sînorî û qorxkirina desthilata destûrdana petrolê wekî "pêşhateke metirsîdar" bi nav dike û bangewaziyeke niştimanî arasteyî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike daku bi yek gotarê berevaniyê li qewareya Herêma Kurdistanê bikin.

Tevgera Goranê îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, di bangewaziyekê de ragihand: "Biryara îro ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li ser xistina bin desthilata federalî ya hemî deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û qorxkirina desthilata destûrdana hinardekirina petrol û berhemên petrolê di Wezareta Petrolê ya Federal de pêşhateke metirsîdar e û berdewamiya wan pêngavan e yên ku desthilata navendê bihêz dikin û bingehên federalîzmê lawaz dikin."

Tevgera Goranê tekez jî kiriye ku ev di demekê de ye ew ku bi hemî awayî piştgiriya jinavbirina diyardeya qaçaxçîtiyê, çespandina şefafiyetê û lêpirsîna ligel gendelkaran li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin, lê "çareserkirina van pirsgirêkan nabe ji bo binpêkirina destûrê, kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê û biçûkkirina pêgeha Kurdan di hevkêşeya nû ya Îraqê de bibe hincet."

Li ser wê bingehê, Goran daxwazê ji hikûmeta federal dike ku bi hevahengiya temam ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê di wan biryaran de bike û destûrê bike bingeh ji bo çareserkirina pirsgirêkan; bi awayekî ku serederî ligel desthilatên Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federalî ya îtîrafpêkirî bê kirin û bi taybetî awayê birêvebirina sektora enerjî, petrol û gazê bibe erkekî hevpar û destûrî yê her du aliyan.

Di pareka din a wê bangewaziyê de hatiye ku her çend ew pêngavên Bexdayê zengilekî metirsîdar in, lê careke din wê rastiyê diselimînin ku "Veqetiyana navxweyî lawaziya saziyên niştimanî û nebûna desthilatdariyeka dirust pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz kiriye û derfet ji bo paşvekişandina mafên me yên destûrî xweş kiriye." Amaje bi wê yekê jî daye ku dîrokê selimandiye ku her dema navmala Kurdistanê ji hev veqetiyabe, mafên neteweyî û niştimanî ketine ber metirsiyê.

Tevgera Goranê parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî wekî berpirsiyariyeke dîrokî dizane û bangewaziyeke niştimanî arasteyî hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike, ku "di zûtirîn dem de bicivin û duberekiyên lawekî bidin aliyekî; ji bo danana stratejiyeke niştimanî ya yekgirtî, berevanîkirina li mafên me yên neteweyî û niştimanî, bihêzkirina piştgiriya cemawerî û aştkirina xelkê Kurdistanê, daku bi yek gotar û helwesteke bihêz berevaniyê li îradeya siyasî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin."