Mazin Xerîb: Divê PDK û YNK bi yekdengî rûbirûyî bizavên dijî Kurdistanê bibin

Mazin Xerîb
Mazin Xerîb

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Encûmena Nûneran a Îraqê radigehîne ku daxuyaniya hevpar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di demeke gelek guncayî de bû, tekez jî dike ku divê serkirdetiya her du partiyan bi lez bicivin, duberekiyên xwe bidin aliyekî û hikûmeteke bihêz pêk bînin.

Endamê Encûmena Nûneran a Îraqê di fraksiyona YNKê de Mazin Xerîb îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê gelek girîng û di demeke gelek baş de bû, ji ber ku bizavek heye ku dixwazin hêzê bişînin deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê."

Mazin Xerîb amaje jî kir: "Divê serkirdetiya PDK û YNKê bi lez rûnin û danûstandinan li ser vê mijarê bikin, duberekiyên xwe bidin aliyekî û hikûmeteke bihêz ava bikin, ji bo ku hemî li dijî her mijar û pirseke ku li dijî qewareya Herêma Kurdistanê be yekdeng û yekhelwest bin."

Endamê Encûmena Nûneran a Îraqê herwisa got: "Ev pêngav piştî wê yekê tên ku Kurd li piraniya deveran pirt û belav e, lewma divê dest ji berjewendiyên partîtî û kitekesî berdin." Tekez jî kir: "Eger Kurd li Bexdayê yekdeng bin, dikarin li hember hemî wan biryaran rawestin ên ku bixwazin Herêma Kurdistanê biçûk bikin."

PDK û YNKê îro daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê û pêşhatên çend rojên borî wekî neçaverêkirî û cihê matmayînê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bi nav kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata gel e û binpêkirina maf û destkeftiyên wê jî xeta sor e.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Sêşemê, 24ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke hevpar de amaje bi wê yekê kir ku ew daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê ve hatiye belavkirin, ligel wan pêşhat û rêkarên ku di van çend rojan de li Îraqê di rojevê de ne, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî û cihê matmayîneke mezin in.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye, hemî alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên di Destûra Îraqê de hatine zêdetir daxwaz nekiriye, lê bi dirêjahiya salên borî mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan tekez li ser wê yekê kiriye ku divê hemî alî pabendî destûrê bin û eger pirsgirêkek jî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hebe, divê destûr dadwer û di navbera wan de navbeynkar be. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din li dijî Herêma Kurdistanê berevajî destûrê ye.