Bafil Talebanî: Em pabendî parastina rûmet, ax û pêgeha xwe ya destûrî ne

Bafil Talebanî
Bafil Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser biryarên îro yên Hikûmeta Îraqê yên li hember Herêma Kurdistanê peyamek belav kir ku tê de dibêje: “Di vê demê de pêdivî ye zanayî, tenahî û serweriya qanûnê di ser her tiştî re bên danîn. Em bi nasnameya xwe ya Kurdî û wan mafan serbilin in ên ku gelê me bi xebatê bi dest xistine.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êvara îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, ragihand: "Ew astengiyên ku îro rûbirûyî me dibin, pêdivî ye bi rêya Destûra Îraqê wekî çarçoveyekê ji bo çareserkirina duberekiyan bên yekalîkirin. Diyaloga avaker yekane rêya dirust û kiryarkî ye, ji bo parastina mafên hemî welatiyan û parastina aştî û tenahiyê li seranserî deverê."

Bafil Talebanî herwisa got: "Di heman demê de, tenahiya rastîn pêdivîtî bi lêpirsînê heye. Em bi temamî bawer dikin ku divê şefafiyet kevirê bingehîn ê desthilatdariyê be. Gendelî baweriya giştî lawaz dike û saziyên me bêhêz dike; ji ber vê yekê jî pêdivî ye bi awayekî tund li her cihekî be em rûbirûyî wê bibin û ceza bikin, bêyî guhdana bi wê yekê ka kî jê berpirsiyar e."

Serokê YNKê behs jî kir: "Bizanin pabendbûna me bi aştî û diyalogê çavkaniya xwe ji hêz û berpirsiyariyê digire, ne ji dudiliyê. Em bi temamî bi nasnameya xwe ya Kurdî û wan mafan serbilind in ên ku gelê me bi xebat û têkoşînê bi dest xistine, em ji bo her demekê pabendî parastina rûmet, ax û pêgeha xwe ya destûrî ne di her demekê de ku pêdivî be."

Di dawiya peyama xwe de jî, Bafil Talebanî ragihandiye ku xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê hêjayî tenahî, berfirehî û serkirdetiyeke berpirsiyar e. Em tekez dikin ku helwesta me neguher e û em pabendî dîplomasiyeta aştiyane, rêzgirtina dualî û çareseriyên destûrî ne wekî yekane rê ji bo pêşveçûnê.