Mezlûm Ebdî hişyariyê li ser gefên berdewam ên DAIŞê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa li ser baregeheke Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê de ragihand, metirsiya DAIŞê û şaneyên wê yên razayî hîn jî berdewam e.
Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî îro 26ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê peyamek derbarê êrîşê de weşand û got: "Êrîşa terorîstî ya ku ji aliyê şaneyeke ku tê gumankirin pêwendiya wê bi rêxistina DAIŞê re heye li ser yek ji baregehên Ewlekariya Navxweyî ya li bajarê Hesekê hat kirin, tekez dike ku metirsiya rêxistinê û şaneyên wê yên razayî hîn jî heye û hewlên wê yên ji bo têkdana ewlehî û aramiya herêma me berdewam in."
Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwast û diyar kir ku ev êrîş nikarin wan ji têkoşîna li dijî terorê rawestînin: "Em sersaxiyên xwe yên herî germ pêşkêşî malbatên her du şehîdên Hêzên Ewlekariya Navxweyî û hevalên wan dikin û ji birîndaran re jî basbûns bilez dixwazin. Ev êrîş dê me ji berdewamkirina hewlên me yên ji bo şopandina şaneyên DAIŞê û parastina ewlehî û aramiya gelê me venegerînin."
ev daxuyaniya Ebdî piştî wê tê, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan Elî şeva borî di daxuyaniyeke vîdyoyî de hûrgiliyên êrîşê eşkere kirin.
Emîd Merwan Elî ragihand, şaneyên rêxistina DAIŞê bi zêdetirî êrîşeke xwekujî êrîşî yek ji baregehên ewlehiyê yên yekgirtî kiriye. Her wiha da zanîn ku piştî wê aramiya ku li bajar û parêzgeha Hesekê pêk hatiye, DAIŞê wekî nerîta xwe xwastiye bi rêya teqînekê yan jî zêdetirî teqîneke xwekujî li ser yek ji baregehên ewlehiyê yên yekgirtî peyamekê bigihîne.
Emîd Merwan Elî her wiha aşkere kir ku li gorî amarên destpêkê, di encama êrîşê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.