Li Misrê ji ber wergerîna tankereke sotemeniyê 30 kesan canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand, di encama wergerîna tankereke tijî sotemenî de, 30 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, bûyer li cadeyeke herêma Wîraqê ya parêzgeha Cîzeyê qewimiye û 30 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku 23 ambûlans beşdarî karên rizgarkirina qurbaniyan bûne û asta amadebaşiyê li nexweşxaneyên nêzîkî cihê bûyerê hatiye bilindkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Misrê her wiha aşkere kir ku hîn jimartina qurbaniyan didome.