Li Wanê berf bariya: Li 3 navçeyan dibistan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê berf bariya û ji ber berfê îro li sê navçeyan dibistan hatin girtin.

Barîna berfê li navenda bajêr û gelek navçeyan bandor li jiyana welatiyan, geştên asmanî û tevgera otomobîlan kir. Bi barîna berfê re, kolan, cade, otomobîl, dar û ban di demeke kurt de xwe bi rengê spî pêçan û pileyên germahiyê jî daketin.

Ji ber barîna zêde ya berfê, îro li navçeyên Bêgirî, Payîzaxa û Mehmûdiyê yên Wanê ji bo rojekê dibistan hatin girtin.

Barîna berfê bandor li geştên asmanî jî kir. Firokeya rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû Wanê, du caran hewl da ku li Firokxaneya Wanê dakeve, lê ji ber şert û mercên ewlehiyê nekarî dakeve û ji neçarî li Firokxaneya Elezîzê daket.