Desteya Mafên Mirovan: Em ligel wê yekê ne ku destûra Iraqê wekî xwe bê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi girîngî û hûrbînî li aloziyên dawî yên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dinêre. Desteyê tekez kir ku divê nakokî tenê bi rêya diyalogê bên çareserkirin û mûçe û jiyana welatiyan ji milmilaneyên siyasî bên dûrxistin.
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan ji bo raya giştî û aliyên pêwendîdar zelal kir ku her daxuyanî û helwesteke ku li cem welatiyan bibe sedema nedilniyayiyê yan jî bandoreke neyînî li ser mafên bingehîn û destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bike, ligel bingehên mafên mirovan û destûra daîmî ya Iraqê nagunce.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ya naskirî ye û parastina rûmet, ewlehî û debara jiyana niştecihên wê berpirsiyariyeke hevbeş a yasayî û exlaqî ya hemû aliyan e.
Desteya Mafên Mirovan li gorî erkê xwe yê yasayî û mirovî tekez kir ku divê destûra daîmî ya Iraqê wekî xwe, bi awayekî giştgir û bêyî cudakarî û dûrxistinê bê bicihanîn. Her wiha hat diyarkirin ku nabe tenê hin bendên destûrê bên peyrewkirin û bendên din bên piştguhkirin; belkî pêwîst e hemû daxuyanî û biryar di çarçoveya destûrê de bin û rêz li taybetmendî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin.
Derbarê nakokiyan de, Desteyê ragihand ku her pirsgirêkeke di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe, divê tenê bi rêya danûstandin, gotûbêj û hevtêgihîştinê bê çareserkirin, ne ku serî li çek û hêza leşkerî bê dayîn, ku ew jî metirsiyeke rasterast li ser jiyan û aramiya welatiyên sivîl çêdike.
Di heman demê de Desteya Mafên Mirovan dûpat kir ku girîng e milmilanê û nakokiyên siyasî ji jiyan, mûçe û debara welatiyên Herêma Kurdistanê bên dûrxistin, ji ber ku parastina mafê debarê yê welatiyan yek ji bingehên sereke yên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Federal hat kirin ku di berjewendiya giştî de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî zimanê diyalog, hevkarî û hevtêgihîştina hevbeş bi kar bîne, bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya civakî li seranserê Iraqê bike.
Di dawiyê de, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê anî ziman ku wekî saziyeke fermî û çavdêr dê li ser şopandina rewşa mafên mirovan berdewam be û dê hemû rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî li ser pêşhat û hewlan agahdar bike.