Li Hewlêrê li dijî biryarên Bexdayê bi hezaran kes kom bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) li ber Kela Hewlêrê, ji bo piştgiriya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û li dijî biryarên Hikûmeta Iraqê xwepêşandaneke girseyî ya berfireh birêve biçe.
Mîna xwepêşandanên borî yên ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li heman cihî hatibûn lidarxistin, îro jî welatiyan ji hemû çîn û pêkhateyên civakê, zarok, kesên bitemen; xwendekar, mamoste, fermanber û kasibkaran berê xwe dane ber Kela Hewlêrê û tenê Alaya Kurdistanê tê bilindkirin. Peyamnêrê Kurdistan24ê Azer Farûq da zanîn ku tê pêşbînîkirin ev xwepêşandan bibe yek ji kombûnên girseyî yên herî qelebalix.
Di dema rûmala xwepêşandanê de, yekî ji beşdaran ragihand ku Kurdistan ne tenê axek e, belkî rûmet û nasnameya wan e û ew li dijî biryarên şovenî yên Iraqê radiwestin. Wî beşdarî peyamek arasteyî Hikûmeta Iraqê kir û got: "Ev der ne Curf Sexer e, ev der Kurdistan e; Pêşmerge ne Hizbullah e, Pêşmerge nasname û rûmeta me ye."
Her wiha tekez kir ku di egera pêwîstiyê de, bi can û xwîn, mil bi milê hêzên Pêşmerge û bi fermana Serok Mesûd Barzanî, dê berevaniyê li qewareya Herêmê bikin û rê nedin ku bê têkdan.
Ji aliyekî din ve, mamosteyekî ku di heman demê de rêveberê dibistanê ye û ji ser sînorê Tirkiyeyê ve ji bo ku beşdarî xwepêşandanê bibe hatibû, diyar kir ku mijara parastina Herêma Kurdistanê bi mûçeyan ve nehatiye girêdan û got: "Ev ne mijara mûçe ye, belkî mijara xak, namûs, şeref û parastina rûmeta kurd e. Me ji bo mûçe şehîd nedane."
Wî mamosteyî tekez kir ku welatiyên parçeyên din ên Kurdistanê jî amadebûna xwe ya ji bo xizmetkirina Başûrê Kurdistanê nîşan daye. Her wiha şerên Pirdê û Sihêlayê wekî mînakên dîrokî anîn ziman û destnîşan kir ku Pêşmerge mezintirîn nêçîrvanê dijmin e û Alaya Kurdistanê bi xwîna şehîdan bilind hatiye ragirtin.