Saziyên sivîl: Hestiyên li Farqînê hatîn dîtin bo Dada Pizişkî hatin şandin

Diyarbekir (K24) – Karvedanên hestiyên Şikefta Ecnebî ya Farqînê de hatîn dîtin berdewam in ku saziyên sivîl dan zanîn ku Serdozgeriya Komarî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin, hestî ji aliyê komek pispor ve bi awayeke baldar hatine berhevkirin û bo dada pizîşkî hatine rêkirin ku piştî lêkolîna dada pizîşkî dê temenê hestiyan were aşkerekirin û li gorî encamê jî dê gavên nû werin avêtin.

Mafnas û Hiqûqnas dibêjin niha li Tirkiye pêvajoyek a çareseriyê heye û bi vê yekê ve girêdayî divê Tirkiye bi rabridûya xwe re rûbirû bibe. Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Diyarbekir û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ve bi daxuyaneke hevpar hat ragihand ku hestiyên li Farqînê hatîn dîtin bi fermana serdozgeriya komarî hatine berhev kirin û wê li dada pizîşkî were aşkerekirin ku temenê hestiyan çend sal e û wê li gorî encamê jî gavên nû werin avêtin. 

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku di lêkolîna dozgeriyê de 9 quqên serî, 36 parçeyên quqên serî û bi sedan jî parçeyên hestîyan hatine bidestxistin. Hiqûqnas didin zanîn ku dema temenê wan hestiyan aşkere bû dê gavên yasayî jî li gorî wê encamê werin avêtin.

Rêveberê Baroya Diyarbekirê Muslum Dalar di vî warî de ragihand: “Heger ew hestî yên dema salên 90î bin malbatên windayan ên serî li saziyan dan hene û nimeneyên dna ji wan hatine standin ku wê ew dna û hestî werin berawirdkirin û wê demê dê nasnameya hestiyan aşkere bibe û li gorî wê dê gav werin avêtin.”

Mafnas balê dikêşin ku hestiyên li Farqînê hatîn dîtin careke din pirsa gorên bikom ên Bakurê Kurdistane anî rojevê ku divê êdî li ser vê mijarê gavên ciddî û bibandor werin avêtin ku pêvajoya niha dimeşe jî bo vê yekê zemînek guncav derxistiye holê.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz jî ragihand: “Li Bakurê Kurdistanê herî kêm 303 gorên bikom hene, 45 hatine vekirin, hîn jî 4 hezar malbat li benda wê yekê ne ku hestiyên windayîyên wan werin dîtin.”

Mafnas hişyariyê didin ku hestiyên li Farqînê hatîn dîtin hestiyên dema 90î bin jî û yên dema damezirandina komarê bin jî divê were zanîn ku ew mirov ne bi awayeke xwezayî mirine û hatine kuştin û divê bûyer ji her alî ve were ronîkirin.