Li Riwanserê çandina zeferanê berfireh dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li deşta Riwanserê û gundên derdora wê yên li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, rûberê çandina zeferanê sal bi sal berfirehtir dibe. Cotkarên herêmê di werzê payîzê de bi çinîna gulên vê riwekê ve mijûl in, ku di salê de tenê carekê berhem jê tê wergirtin û xwe li ber kêmaviyê jî radigire.
Cotkar û berhemhênerekî zeferanê yê li Riwanserê behsa dema çinînê û birê berhema wê kir û got: "Di dema guldana zeferanê de, dema ku hewa digihîje 15 pileyan di ser sifrê re, çinîn bixweber dest pê dike û gul hêdî hêdî vedibin. Eger rûberê zeviyê yek hektar be, di sala duyem û sêyem de mirov dikare 4 heta 5 kîlogram berhem jê werbigire."
Wî cotkarî her wiha bal kişand ser taybetmendiyên vê berhemê û da zanîn ku zeferan çandiniyeke taybet e, aveke kêm dixwaze, di salê de tenê carekê tê çinîn û di rewşa kêmaviyê de jî buhayê wê ji bo cotkaran gelekî baş e.
Di demekê de ku pirsgirêka kêmaviyê gefê li çandiniya kevneşopî ya herêmê dixwe, şarezayên çandiniyê çandina zeferanê ji bo çareserkirina kêmaviyê wekî gaveke guncaw dibînin. Di heman demê de, ji ber nêzîkbûna li deriyên sînorî, ev yek ji bo hinardekirina vê berhemê derfeteke baş diafirîne.
Pisporê çandiniyê Endazyar Sebah Mihemedî diyar kir, zeferana parêzgeha Kirmaşanê ji ber keşûhewa û axa xwe xwedî kalîteyeke taybet e û got: "Bi rastî li gorî encamên lêkolîn û ezmûnan, kalîteya zeferana me ji kalîteya zeferana Meşhedê ya navdar jî baştir e."
Sebah Mihemedî destnîşan kir ku ew dixwazin sala bê jî vê çandiniyê berfirehtir bikin û got: "Ji ber ku hem derfetên kar diafirîne û hem jî berhemdarî û dahata wê li ser astê hektaran, li gorî çandiniyên avî yên wekî lazût, genimê avî, kartol û pîvazan gelekî baştir e."
Derbarê hinardekirinê de jî, Mihemedî amaje bi sînorê hevbeş ê ligel Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: "Ji ber ku parêzgeha Kirmaşanê bi Herêma Kurdistanê re hevsînor e û çendîn deriyên me yên sînorî yên hevbeş hene, zeferan jî yek ji giyayên hêja yên hinardekirinê ye; lewra mijara hinardekirina zeferanê bê guman di bernameya karê me de ye."
Berhemhênerên zeferanê yên li Riwanserê hewlên xwe ji bo zêdekirina rûberê zeviyên xwe xurt kirine; gaveke ku dikare hem dahata cotkaran bilind bike û hem jî ji bo şêniyên herêmê derfetên nû yên kar dabîn bike.