Yewnanistan: 1.100 koçber li deryayê hatin rizgarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di du rojên borî de, zêdetirî 1.100 koçberên ku bi beleman ji Bakurê Afrîkayê bi rê ketibûn, gihiştin giravên Krît û Gavdosê yên Yewnanistanê. Li gorî amarên Pasewaniya Peravan, rayedarên wî welatî ragihand ku termên du kesan hatine dîtin ku roja Şemiyê gihiştibûn peravan.
Li gorî raporên Pasewaniya Peravan ên ku roja Îniyê û duh Şemiyê (27 û 28ê Mijdarê) hatin belavkirin, rayedarên Yewnanistanê û Ajansa Parastina Sînor û Peravan a Ewropayê (Frontex), ji saetên serê sibeha Îniyê heta piştî nîvroya Şemiyê, karîn zêdetirî 1.100 kesan ji wan beleman rizgar bikin ku di avên nêzîkî giravên Krît û Gavdosê yên li başûrê wî welatî de bûn.
Pasewaniya Peravan diyar kir, di nav kesên gihiştî de 41 kesên rizgarbûyî hebûn û termên du kesan jî li herêmeke kevirî ya peravên girava Gavdosê hatin dîtin. Her çend sedema canjidestdana wan her du kesan yekser nehatibe zelalkirin jî, medyaya xwecihî belav kir ku belema ew tê de bûn di dema gihiştina giravê de li keviran ketiye.
Her wiha hat zanîn ku çar kes ji rizgarbûyiyan ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî bo nexweşxaneyeke girava Krîtê ya cîran hatine şandin.
Zêdebûna hejmara koçberan ber bi Yewnanistanê ve di demekê de ye ku hikûmeta wî welatî tedbîrên tund li hemberî dosyaya koçberan girtine ber xwe. Di heman demê de, Yewnanistan yek ji wan pênc welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku hewl didin navendeke vegerandina koçberan li Rwandayê ava bikin; li gorî vê planê, ji sala bê ve ew penaxwazên ku serlêdanên wan hatine redkirin, ji bo rêgirtina li hatina zêdetir a xelkê bo Ewropayê, dê bo wî welatî werin şandin.
Yewnanistan demeke dirêj e wekî dergeheke sereke ji bo derbasbûna koçber û penaberên Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê ber bi Ewropayê ve tê naskirin. Di salên 2015 û 2016an de ew welat di lûtkeya qeyrana koçberiyê ya Ewropayê de bû, dema ku nêzîkî milyonek kes gihiştin giravên wê ku piraniya wan di rêya Tirkiyeyê re hatibûn; lê piştre ji ber ku Atînayê çavdêriyên xwe yên deryayî û sînorî tundtir kirin, hejmara giştî ya koçberên gihiştî kêm bû.
Tevî vê yekê jî, hatina koçberan ji Lîbyayê —ku piraniya wan xelkê Bengladeşê ne yan jî ew kes in ku ji tundûtûjiyên li Sûdanê reviyane— di çend salên borî de zêde bûye û ev yek bûye sedema vekirina rêgeheke nû ya başûrî ber bi giravên Gavdos û Krîtê ve.
Ev pêla koçberan li seranserê Ewropayê bûye sedema zêdebûna piştgiriya ji bo partiyên neteweperest û rastgir. Her wiha vê pêlê gelek hikûmet jî neçar kirine ku siyaseta koçberiyê ya tundtir bişopînin ku girîngiyê dide kontrolkirina sînoran, rêgirtina li hatina koçberan û vegerandina wan.