Konsulxaneya Almanyayê: Em çavdêriya pêşhatên Herêma Kurdistanê Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê di bersivekê de ji bo malpera Kurdistan24ê ragihand, Hikûmeta Almanyayê pêwendiyeke nêzîk ligel hevparên xwe yên Iraqa federal û Herêma Kurdistanê heye û bi hûrgilî çavdêriya pêşhatên siyasî yên navxweyî yên Iraqê dike. 

Konsula Karûbarên Siyasî, Aborî û Rojnamevaniyê li Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê Julie Hulsmann îro 29ê Mijdara 2026an ji malpera Kurdistan24ê re got: "Hikûmeta Almanyayê pêwendiyeke nêzîk ligel hevparên xwe yên Iraqa federal û Herêma Kurdistanê heye û bi girîngiyeke mezin çavdêriya pêşhatên siyasî yên navxweyî yên Iraqê dike."

Di bersiva Konsulxaneya Almanyayê de wiha hatiye gotin: "Armanca pabendbûna Almanyayê ew e ku li seranserê Iraqê pêşketina di warê aramî û çaksaziyan de zêdetir misoger bike û piştgiriyê lê bike, da ku bibe bingehek ji bo aramiya demdirêj, geşepêdana aborî ya berdewam û civakeke aştiyane û giştgir."

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê ev yek jî aniye ziman: "Hikûmeta Almanyayê rêzê li serweriya Iraqê digire û di wê baweriyê de ye ku çareserkirina karûbarên navxweyî berpirsiyariya aliyên siyasî yên xwedî desthilat û pêwendîdar ên li ser qadê ye."

Ev helwesta Almanyayê di demekê de ye, di çend rojên borî de alozî ketiye pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştî biryarên Hikûmeta Federal a Iraqê yên derbarê kêlgehên neftê, dergehên sînorî û rawestandina demkî ya para berhemên neftî yên kargeh û kompaniyên Herêma Kurdistanê, her wiha biryara Dadgeha Bilind a Federal a derbarê sînorê desthilata Herêmê û belavkirina hêzên federal li ser sînoran.

Li hemberî vê yekê, Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û her du partiyan —Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê— biryarên yekalî û zimanê leşkerî yên Iraqê red kirin û daxwaza pabendbûna bi destûrê kir.