Hişyariya lehiyê li Herêma Kurdistanê; roja Sêşemê ji malên xwe dernekevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku pêleke baranê ya xurt û demdirêj berê xwe dide Herêma Kurdistanê, pisporên keşûhewayê û dezgehên hawarhatinê hişyariyê didin û daxwazê ji welatiyan dikin ku roja Sêşemê, tenê ji bo karên gelek pêdivî nebe ji malên xwe dernekevin.

Pêleke baranê ya xurt û demdirêj Herêma Kurdistanê vedigire, ku metirsiya çêbûna lehiyê û rawestana jiyana rojane jê tê pêşbînîkirin; her ji ber wê yekê pisporên keşûhewayê û dezgehên hawarhatinê zengila hişyariyê lê daye û daxwazê ji welatiyan dikin ku bi taybetî roja Sêşemê, tenê ji bo karên gelek pêdivî nebe ji malên xwe dernekevin.

Li gorî pêşbîniyên keşûhewayê, ev rewşa nebaş a keşûhewayê çend rojan berdewam dibe û ji ber berdewamiya barîna baranê, îhtîmala çêbûna lehiya ji nişkê ve li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê bilind dibe.

Ji bo rêgirtina li her metirsiyekê, Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan civîneke berfireh ligel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye.

Di wê çarçoveyê de, li ser asta tevahiya bajar û bajarokan kempeyna paqijkirina rêyên avê hatiye xurtkirin û tevahiya tîmên meydanî xistine amadebaşiya temam, daku rê li zirarên canî û madî bê girtin.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan (JCC) li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragihand: “Pêleke xurt a barîna baranê roja Sêşemê berê xwe dide Herêma Kurdistanê û metirsî heye ku bibe sedema çêbûna lehiyê.”

Sirwe Resûl herwisa amaje bi wê yekê jî da ku di civîna jûra operasyonê de, careke din tevahiya rênimayiyan tê şopandin û amadekariyên temam tên kirin.