Çima sondxwarina Leyla Zana nehat qebûlkirin?

Axaftina li ser sondxwarina parlamentera HDPê Leyla Zana hê jî berdewam e û bû cihê niqaşên siyasî. Siyasetmedar li ser sondxwarina Leyla Zana asta demokrasiya Tirkiyeyê dinirxînin.

Çima sondxwarina Leyla Zana nehat qebûlkirin?
Çima sondxwarina Leyla Zana nehat qebûlkirin?

K24 – Enqere

Axaftina li ser sondxwarina parlamentera HDPê Leyla Zana hê jî berdewam e û bû cihê niqaşên siyasî. Siyasetmedar li ser sondxwarina Leyla Zana asta demokrasiya Tirkiyeyê dinirxînin.

Leyla Zana yekem car di sala 1991ê de kete parlamentoya Tirkiyeyê. Di wê salê de Zana di dawiya sondxwarina xwe de bi kurmancî gotibû; “Min ev sond ji bo gelê Tirk û Kurd xwend” û li seranserî cîhanê deng veda bû. Zana Piştî 24 salan careke dî bi sondxwarina xwe ya bi Kurdî pêşî li niqaşên siyasî vekir.

Serokê Parlamentoyê yê demkî Deniz Baykal derbarê sondxwarina Zana de diyar kir ku wî ne ji ber Zana bi Kurdî dest bi sondxwarinê kiriye, sonda wê qebûl nekiriye, lê belê ji ber ku li gorî tekstê nehatiye xwendin daxwaza dubarekirina sondê kiriye û got ew ne li dijî gotina “Gelên Tirkiyeyê” ye: “Ji ber min xwest ez erka xwe ya serokatiya parlamentoyê bi duristî pêk bînim, min daxwaza dubarekirina tekstê kir. Gelo ew maf heye ku yek tekstê li gorî xwe biguhere? Demokratbûn bi vê yekê pêk nayê. Em ê parlamentoyê birêve bibin. Li gorî çi; li gorî hiqûqa li ber destê me. Li wê derê axaftina bi Kurdî ne qedexe ye.”

Pisporê Zanista Siyasetê Faruk Alpkaya pêdiviyê bi guhertina helwêsta Tirkiyeyê ya li ser demokrasiye dibîne û dibêje pirsgirêka bingehîn di teksta sondxwarinê de ye û divê êdî ew tekst were guhertin: “Daxwaza dubarekirina sondxwarinê ya ji birêz Zana, di warê hiqûqî de, tiştekî çarenîn e. Di vê mijarê de, di teksta sondxwarinê de, pirsgirêk heye. Pêwîste ew tekst were guhertin. Divê tekst him ji bermayiyên ne demokratîk ên 12 îlonê û him jî ji neteweperestiya asoteng û nijadperestiyê were safîkirin."

Car caran qeyranên siyasî, dibe sedem ku nûsazî û guhertinên baş derkevin holê. Dibe ku ev qeyran jî pêşî li avêtina gavên demokratîk vekin. Herwiha siyasetzanan jî tekezî li ser wê yekê kirin ku rastiya demokrasiya li Tirkiyeyê bi xwendina wê tekstê careke din derketiye pêş û di xebatên “Destûra nû” de ev mijar dê gelekî were niqaşkirin.