Gelo bi kuştina Tahir Elçi kuştinên siyasî dîsan dest pê dikin?

Siyasetmedar û Akademisyenan kuştina Tahir Elçi şermezar kirin û gotin ku qetilkirina Elçi nîşaneya wê yekê ye ku li Tirkiyê dîsan heyama kuştinên siyasî dest pê kiriye.

Gelo bi kuştina Tahir Elçi kuştinên siyasî dîsan dest pê dikin?
Gelo bi kuştina Tahir Elçi kuştinên siyasî dîsan dest pê dikin?

K24 - Enqere

Nerazîbûna li dijî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi berdewam e. Siyasetmedar û Akademisyenan kuştina Tahir Elçi şermezar kirin û gotin ku qetilkirina Elçi nîşaneya wê yekê ye ku li Tirkiyê careke din heyama kuştinên siyasî û kujerên nediyar dest pê kiriye.

Dengvedana kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê berdewam e. Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken kuştina Tahir Elçi wekî parçeyek ji konsepta şer û darbeye nirxand û got her kî daxwaza aştî û demokrasiyê dike pêşî rastî linçkirinê tê û paşê ji aliyê hêzên tarî ve tê qetilkirin.

Baluken wiha axifî: "Em bi kuştina Tahir Elçi dibînin ku rêxistina Gladyoyê dest bi kuştinên siyasî kiriye. Kuştina Tahir Elçi nîşaneya wê yekê ye ku heyameke tarî dest pê kiriye. Hêzên tarî careke dî derketine holê. Em vê yekê di peyamên wan kesan de dibînin ku dewletê birêve dibin. Kuştina polîsên li wê derê lîstike.”

Akademisyen Metin Murat Kalyoncugil jî got ku Tahir Elçi sembola êş û kulên vî welatî bû ku ji aliyê milyonan kes ve dihate parvekirin û ji ber vê hêza wî ew bû armanca hêzên tarî û kujerên dilreş: “Ev proseyeke wha ye ku bêalîbûna darazê nemaye, desthilatdariya siyasî bo berjewendiyên xwe dikare her tiştî bike, dikere her cûre manîpûlasyonan bike. Bê guman di proseyên wiha de, ne hewce ye ku desthilardar bi xwe tiştekî bike, bi tenê kesekî bike armanc bes e. Bi mîlyonan kes hene ku dikarin wî kesî bikin armanca xwe.”

Kuştina Tahir Elçi di dilê hemû demokrat û aştîxwazan de bû gilokek agir. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê birîneke kûr vebû. Bi vê kuştinê, Tirs û xofa salên 90’î careke din vegeriya Bakurê Kurdistanê ku wan salan Apê Musa, Vedat Aydın û Mehmed Sincar hatibûn qetilkirin û dilê hemû Kurdistaniyan dax kiribûn.