"Divê Tirkiye mafê Kurdan ê xwerêvebirinê nas bike"

Parlamenterên Ewropî, ji bo bidawîanîna şerê li Bakur bang li dewleta Tirkiyê û hikûmetê kirin û gotin ku pirsgirêk tenê li ser masê û bi danûstandinan tên çareserkirin.

K24 - Diyarbekir

Li Diyarbekirê Konferansa Piştevaniyê ya Partiyên Çep ên Ewropayê ya Bi Gelê Kurd re hat saz kirin. Parlamenterên Ewropî, ji bo bidawîanîna şerê li Bakur bang li dewleta Tirkiyê  û hikûmetê kirin û gotin ku pirsgirêk tenê li ser masê û bi danûstandinan tên çareserkirin.

Ji 5 welatên Ewropayê yên wek Katalonya, Elmanya, Danîmarka, Yewnanîstan û Fînlandiyayê hejmarek parlamenter, endamên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ji bo piştevaniya Kurdan hatin Diyarbekirê û beşdarî konferansa ku ji aliyê HDP, BDP, KCD, û KJAyê ve hatiye organize kirin bûn. Bernd Reîxînger Hevserokê Partiya Çep a Elmanyayê ye.

Reîxînger tekez kir ku divê Tirkiye mafê Kurdan ê xwerêvebirinê nas bike û got: “Divê Tirkiye dîsa bi HDPê û aliyên demokrat re li ser maseyê rûne û li rêyên aştiyane bigere. Divê Tirkiye rêzê li daxwazên Kurdan bigre. Em bangî Yekitiya Ewropayê jî dikin ku bibiryar bêjin bila Tirkiye  bi ser Kurdan de neçe.”

Di Konferansê de, nûnerên Partiyên Çep, ragihandin ku ew ji nêz ve pevçûnên li Bakûr dişopînin û dizanin li Tirkiyê xwestekên Kurdan ên demokratîk ji aliyê dewleta Tirkiyê ve nayên dayîn. Chondros Gorgos, Endamê Lijneya Rêvebir yê Partiya SYRIZAyê ye.

Li gorî Gorgos, şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi bûyerên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ne: “Em piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikin. Em dibînin ku neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin. Ji ber ku gelê Kurd û Tirk pêşerojeke hevpar ava bikin divê ev şer bidawî bibe. Em jî hewl didin ku hevdîtinên çareseriyê dîsa bên kirin.”

Li navçeyên Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Farqîn, Kerboran, Dêrik û Geverê rewşa aloz hê jî berdewam e. Li ser daxwaza HDPê  û berhevhatoyên wê, partiyên Çep hatin Bakur û şer û pevçûn ji nêz ve şopandin. Şanda ku ji Ewrûpayê hatibûn ragihandin, dê di vegerê de ji rêvebiriyên welatên xwe daxwaz bikin ku zêdetir piştgiriya Kurdan bikin.