Emmar Hekîm: Em li ser rawestandina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi biryar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Hîkme ya Neteweyî Emmar Hekîm ragihand, vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî peyama "başbûna Iraqê" dide û tekez kir ku ewlehiya Herêma Kurdistanê, beşeke bingehîn a aramiya welat e.
Rêberê Tevgera Hîkme ya Neteweyî Emmar Hekîm îro 8’ê Îlona 2026’a di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de, gihîşt bajarê Dihokê. Hekîm li wir bersiva pirsên rojnamegeran da û bal kişand ser pêvajoya vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê.
Emmar Hekîm diyar kir, rêkeftina ji bo vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku biryar e di dawiya vê mehê de bidawî bibe, nîşana wê yekê ye ku Iraq êdî qonaxên dijwar li pey xwe hiştine. Herwiha got: "Iraq bi fîdakariya kurên xwe û bi alîkariya hevkarên herêmî û navdewletî, karî biser terorê de bikeve û îro ber bi qonaxeke nû ve gavan diavêje."
Herwih Hakim bal kişand ser peywendiya navbera Hewlêr û Bexdayê û got: "Ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji ya Iraqê nayê cudakirin. Em li dijî her cûre êrişên li ser serweriya welatê xwe ne." El-Hekîm tekez kir jî, ew ê di pêşerojê de Kr bikin, da ku ti êriş ji ti alî ve li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê pêk neyên.
Hikûmeta Iraqê û Amerîkayê berî niha li ser nexşerêya bidawîkirina erkê serbazî yê hevpeyman li hev kiribûn. Tê payîn ku ev pêvajoya vekişînê di dawiya vê meha Îlonê de bikeve warê pratîkê. Aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê, piştgiriyeke xurt didin vê gavê û wê wekî "serkeftineke niştimanî" ji bo parastina serweriya Iraqê pênase dikin.