Nisêbîna rengîn bûye Nisêbîna wêran
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî 134 rojan qedexeya derketina derve li hin taxan hate rakirin. Hat xuyakirin ku nîvê bajarê Nisêbînê di pevçûnan de wêran bûye. Qedexe li ser 6 taxên ku derdora wan hatiye têl kirin dê bidome. Di nava bajêr de hê jî hêzeke zêde ya polîsan heye. Hin welatî vedigerin Nisêbînê; hin jî jê koç dikin.
K24 – Nisêbin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî 134 rojan qedexeya derketina derve li hin taxan hate rakirin. Hat xuyakirin ku nîvê bajarê Nisêbînê di pevçûnan de wêran bûye. Qedexe li ser 6 taxên ku derdora wan hatiye têl kirin dê bidome. Di nava bajêr de hê jî hêzeke zêde ya polîsan heye. Hin welatî vedigerin Nisêbînê; hin jî jê koç dikin.
Ji Qada Newrozê ev dîmen xuya dikin. Ev der ne Kobanî ye, Nisêbîna Rengîn a cîranê Qamişloyê ye. Ti rengîniya wê nema ye. Xaniyên hilweşiyayî, dîwarên qul, kolanên tijî xopan dîmenên Kobaniyê tîne pêş çavên mirovan.
Li Nisêbînê 14ê Adara 2016an ji aliyê dewletê ve qedexeya derketina derve hat ragihandin. Tam 134 rojan di navbera hêzên ewlekariya dewletê û yekîneyên parastina sivîlan YPSê de pevçûnên dijwar rûdan. Hejmara kuştî û birîndaran baş nayê zanîn, lêbelê li gorî doneyên hêzên leşkerên Tirkiyê di 134 rojan de 495 endamên PKK/YPSê canê xwe ji dest dane. Parêzgeriya Mêrdînê dibêje, di vê demê de 70 leşker û polîsan wan canê xwe ji dest dane. Li gorî YPSê hejmara kuştiyên hêzên ewlekariyê gelekî ji jimarên fermî zêdetir in.
Ji bilî mirin û kuştinê bi hezaran malbatan ji Nisêbînê koç kirin. Xelk li bajar, navçe û gundên derdorê belav bûn. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)ê ragihand ku, ji 20 hezaran zêdetir sivîl li hêviya alikariyê ne.
Piştî rakirina qedexeyê bi hezaran welatiyan berê xwe dan Nisêbînê. Lê di têketina bajêr de 2 xalên ewlekariyê hatine danîn. Bi dehan tirimbêlên xelkê sivîl bi deqîqeyan di dorê de dimînin. Piştî kontroleke hûr û kûr welatî derbasî nava bajarê wêran dibin. Gelek malbat vedigerin Nisêbînê, lêbelê gelek malbat jî ji ber nediyariya pêşerojê ji Nisêbînê koç dikin.
Di nava bajêr de tirimbêlên zirpoş yên polîsan digerin. Li ser hin tirimbêlên zirpoş ala ku wêneyê gurebozan li ser hatin dîtin û ev ala Gokturkan bû. Di nava bajêr de li ser xanî û kargehan gelek alên Tirkiyê hatine daliqandin.
Taxên ku bi temamî wêran bûne bi têlan hatine girtin. Taxa Zeynel Abidîn ya ku cîranê Qamişloyê ye jî bi xopana xwe li pişt têlan maye. Ev der jî parqa zarokan e. Hin zarok li ser xopana parqê li raboriya xwe digerin.
Di nava taxan de polîsan gelek xalên ewlekariyê yên demkî danîne. Di nava xelkê de hê jî tirs heye. Ti kes nikare têkeve nava taxên Evdîlqadir Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abidîn û Kişlayê. Li van 6 taxan heta daxwiyaniyeke din qedexe dê bidome.
Li gorî ragihandina parêzgeriya Mêrdînê heta 10ê meha Tebaxa 2016an li 10 taxan di navbera demjimêr 9ê şevê heta 5ê sibê de qedexe dê bidome. Ji ber wêraniya bajêr xelk gazindan ji dewlet û YPSê dikin.