Adnan Selçûk Mizrakli piştî 7 salan ji zindanê derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli, piştî ku nêzî 7 salan di girtîgehê de ma, îro hat berdan. Mizrakli piştî derketina xwe peyamek weşand û got: "Sibe, dîsa bi hêvî û evînê re..."
Adnan Selçûk Mizrakli yê ku ji sala 2019’an ve di girtîgehê de bû, îro 8’ê Îlona 2026’an, piştî temamkirina cezayê xwe ji Girtîgeha Edirneyê hat berdan. Mizrakli piştî azadkirina xwe, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek kurt parve kir û bal kişand ser berdewamiya têkoşînê.
Nûçeya berdana Mizrakli, berî niha ji aliyê hevalê wî yê qawîşê û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ve hatibû aşkerekirin. Demirtaş ku nêzî 10 sal in girtî ye, di nameyeke xwe de diyar kiribû ku ew û Mizrakli 5 sal in di heman qawîşê de "emanetî hev" bûne. Demirtaş ji bo azadkirina Mizrakli gotibû: "Êdî ew emanetî we ye."
Tê payîn ku Selçûk Mizrakli îro êvarê bigihîje bajarê Diyarbekirê.
Selçûk Mizrakli di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, bi rêjeyeke bilind a denga wekî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê hatibû hilbijartin. Lê belê, tenê 4 meh piştî wezîfeyê, di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.
Mizrakli di Cotmeha 2019’an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dadgehê di sala 2020’an de 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza lê birî. Tevî ku Dadgeha Bilind carekê biryar hilweşand jî, di sala 2023’an de heman ceza dîsa lê hat birîn û Mizrakli heta îro di girtîgehê de ma.