Yekemîn Festîvala Stranê li Minbicê lidar ket
Li bajarê Menbicê Yekemîn Festîvala Stranê hat lidarxistin ku 18 rikber tê de başdar bûn û 3 hunermendin Kurd bûn kumîteya nerxandinê.
K24 – Minbic
Li bajarê Menbicê Yekemîn Festîvala Stranê hat lidarxistin ku 18 rikber tê de başdar bûn û 3 hunermendin Kurd bûn kumîteya nerxandinê.
Di çarçoveya gefxwerina rojane de, Komîta Çand û Hunerê yê girêdeyê Rêveveriya Minbicê, yekemîn festîvala stranê di dîroke bajêr de li dar dixe. 18 rikber ji hemû pêkhatiyên bajêr tê de beşdar bûn û 3 rikberên serkeftî hatin xilatkirin. Li gor Komîta Amedekariyê, armanca wan ji vê fastîvalê ew e çanda pêkhatiyên deverê nûjen bikin û tekiziyê li ser aştî û biratiya gelan bikin.
Bajarê Minbicêwek kevintirîn bajar li deverê û bi hemerengiya çand, huner, û culture tê nasîn, di salên bûrî de rêjîma Sûriyê û di pê re girûpên Îslamî her wiha Tirkiyê hewl didin, Minbicê tenê wek bajarekî yê Ereb û Tirkmenan nîşan bidin û habûna Kurdan tê de tune bikin.
