Li Cizîrê 5emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – 5emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî ku bi hevkariya Parêzgariya Şirnexê, zanîngehê û Qeymeqamtiya Navçeya Cizîrê hat organîzekirin, li navçeya Cizîrê bi mijara "Pêxember Muhammed li gorî Melayê Cizîrî" hat lidarxistin.
Sempozyûma ku li ser jiyan, Dîwan û qesîdeyên alim, helbestvanê Kurd ê sedsala 17an Melayê Cizîrî disekine, dê du rojan bidome. Di bernameyê de bi tevahî 25 zana û akademîsyenên ji deverên cuda gotarên xwe pêşkêş dikin.
Şêwirmenda Serokkomariya Tirkiyeyê Gulşen Orhan jî di sempozyûmê de axivî û diyar kir ku ev civîn ne tenê kombûneke akademîk e, di heman demê de îfadeya îradeya ji nû ve girêdana mîrateke kevnar bi têgihîştina îro û siberojê re ye.
Orhan destnîşan kir ku naskirina cîhana Melayê Cizîrî ji dîtina helbestvanekî qesrê an mamosteyekî tesewifê gelekî wêdetir e û wiha got:
"Di helbestên wî de nazikiya zanînê û kûrahiya rastiyê, coşa evînê û zerafeta aqil û şehrezayiyê bi hev re hatine hûnandin. Wî kelepora zanistî û wêjeyî ya serdema xwe bi dengê erdnîgariya xwe re tevlihev kir û gotareke gerdûnî ya ku ji sînorên demê derbas dibe ava kir. Parastina mîrata çandî, wêjeyî û rewşenbîrî, rêwîtiyeke hêvîdar e ku bi hewldanên hevbeş ên saziyan, akademiyê, dînamîkên herêmî û kesên dilsoz pêkan e."