Bendava Ilisû rûxandinên dîrokî,xwezayî û mirovî peyda dike

Li Diyarbekirê, panelek li ser çêkirina bendava Ilisuyê û şikest û têkçûyînên ku peyda dike hat li dar xistin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, panelek li ser çêkirina bendava Ilisuyê û şikest û têkçûyînên ku peyda dike hat li dar xistin. Endezyar û pispor radigihînin ku bi mesrefê ku li çêkirina bendavê tê xerc kirin, dikare ji enerjiya kut ê bidestxistin zêdetir bi rêbazên tav û bayê bê dest xistin, lê Tirkiye wê bendavê bi hêncetên ewlehiyê çê dike û dê bibe sedema zêdebûyîna pevçûnên li rojhilata navîn û şiksest û têkçûyînên xwezayî û dîrokî.

Xwezaya geliyê rûbara Dîcleyê û şûnwarên xwedî bi hezaran sal dîrokê li Heskêfê di bin bendava Ilisûyê de dimîn in. Li Diyarbekirê jî, li ser mijarê panelekî hat li dar xistin. Saziyên sivîl û aktivistên xwezayê radigihînin ku projeya bendava Ilisuyê, xweza û dîrokê dirûxîne û têk dibe.

Panelîst û Rêvebirê Însiyatîfa Jînde Hiştina Heskêfê Agît Ozdemîr, balê kişand ku Heskêf a ku dîroka wê ya piştrast ji 6 hezar salan zêdetir e, ji gelek şaristanî û çandan bermayiyan dihevîne û dîsa  geliyê Dîcleyê ku cureyên ajal û nebatên xwerû dihevîne, tên ruxandin. Û pêşîlêgirtina vê rûxandinê, berpirsyariya hemû cîhanê û mirovahiyê ye. Agît Ozdemîr, anî ziman ku li gel Heskêf wek Qada Sît e û ji 10 mercên Unesco 9 ji wan dihevîne, di bin avê de tê hişin û dê ev proje bibe sedema pirsgirêkên nû li heremê.

Akademisyen û pisporê hilberînkariya enerjiyê Prof.Dr. Tanay Sidki Ûyar jî balê kişand ku ji ber enerjiyê şer û pevçûn peyda dibin, lê bidest xistina karabayê, bi rêya ba û tavê rêbazeke xwezayî ye û divê êdî dest ji girtina avan û rûxandina xwezayê bê berdan.

Prof. Dr. Tanyar Sitki Ûyar ji K24ê re got: "Êdî ji tav û ba'yê bidestxistina enerjiyê, ji hîdrolektrîkan jî erzantir buye, loma jî em ne mecbûrin ku xweza û dîroka xwe bi bendavan tune bikin. Pêngava yekmîn ya çareseriyê kêm kirina bikaranîna enerjiyê ye, yanî bi hişyariya xerckirina enerjiyê ye. Ev jî guncav e. Li Ewrûpayê ji sedî %80 hatiye kêm kirin. Yanî rêyên çareseriyê hene û divê em bikar bînin da ku şunwarên dîrokî û xweza têk neçin."

Endezyarê Karaba û Elektronîkê Ferhat Çûra jî da zanîn ku elektrîka ku ji bendava Ilisûyê bê dest xistin û têkçûyîna ku li ser dîrok û xwezayê tê kirin, zanistî û akilane nîn e. Çûra tîne zima ku bi xerca ku li bendavê tê kirin, dikare ji ba û tavê qat û nîv zêdetirê wê enerjiyê bê bidest xistin û ev nakokî û rakêşî jî bê wate bibin.

Endezyarê Elektrîk Elektronîkê Ferhat Çûra dibêje:"Li gel ew rûxandinên dîrokî, ekolojîk, etnîkî, civakî û xwezayî ku bi bendava Ilisûyê peyda dibin, enerjiya ku tê bidest xistin jî di asteke kêr hatî de nîn e. Bi daneyên zanistî li Tirkiyeyê hilberîna salane teqrîben 330 milyar kw/s karaba tê hilberîn. Ji Ilisûyê jî herî zêde salane dikare 3 milyar kw bê bidest xistin ku bi pareyê ku li Ilisûyê hatiye xerckirin dikare salane ji tav û ba'yê qat û nîv zêdetir enerjî bê hilberîn."

Beşdarên panelê bal kişandin ku rûbara Dîcleyê, bi ava xwe pêwistiya welatiyên li Sûriye û Iraqê jî bicîh tîne û dê bendava Ilisûyê bibe sedema şer û aloziyên nû yên li heremê jî.