Gotara îro ya mizgeftên Kurdistanê girêdayî berevaniya ji ax û niştiman e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Borda Gotara Înê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Kurdistanê ragihand ku wekî helwestekê li hember gotinên Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê, gotara îro ya gotarbêjên olî dê girêdayî berevanîkirina ji ax û niştiman û tekezkirina li ser yekhelwestiyê be.

Serokê Borda Gotara Înê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê D. Beşîr Hedad îro Înê, 27ê Mijdara 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku ji ber wê rewşa ku li Herêma Kurdistanê derketiye pêş û wekî helwestekê li hember gotinên Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê, gotara îro ya gotarbêjên olî dê girêdayî berevanîkirina ji ax û niştiman be.

D. Beşîr Hedad amaje bi wê yekê jî da ku ola Îslamê bi giringî ve li vê pirsê û berevanîkirina ji ax û niştiman dinêre, heriwsa tekez jî kir ku di gotaran de dê giringî bi yekdengî û yekhelwestiyê bê dan.

Ev jî di demekê de ye ku duhî li Hewlêra paytext bi amadebûna bi hezaran welatiyan, xwenîşandanên cemawerî li dijî biryar û gotinên Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê bi rê ve çûn, herwisa xwenîşandanan seranserî parêzgeha Dihokê, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, Soran û deverên din jî vegirtin.

Li Herêma Kurdistanê şeş hezar û 300 mizgeft hene; ji wê hejmarê li sê hezar û 400 mizgeftan gotara Înê tê pêşkêşkirin, yên din jî ku dimînin hemî nimêjgeh (musella) in û pênc nimêjên ferz tê de tên kirin, lê gotara Înê li wan nayê xwendin.