Pizişkekê Kurd dibe endamê Komeleya Navneteweyî ya Neştergeriya Çandina Por

Dr. Hawrê Dilzar Ebdulrehman
Dr. Hawrê Dilzar Ebdulrehman

Navenda Nûçeyan (K24) – Hawrê Dilzar Ebdulrehman, ku pizîşkê pispor ê neştergeriya çandina por û çareseriya weşîna por e li Herêma Kurdistanê, taybet ji bo Kurdistan24ê ragihand ku bi rengekê fermî wekî endamê hevpar di Komeleya Navneteweyî ya Neştergeriya Çandina Por (ISHRS) de hatiye wergirtin.

Pizîşkê pispor ê neştergeriya çandina por û çareseriya weşîna por Dr. Hawrê Dilzar Ebdulrehman duhî Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew saziya ku ew tê de hatiye wergirtin wekî bilindtirîn û bawerpêkirîtirîn saziya zanistî û pizîşkî li cîhanê di warê neştergerî û çareseriya por de tê hejmartin, herwisa zelal jî kir ku ev pêngav wî pal dide ku zêdetir pabendî bilindtirîn standardên zanistî û exlaqî yên navneteweyî be û xizmetkariyeka pizîşkî ya astbilindtir pêşkêşî nexweşên xwe bike.

Hawrê Dilzar Ebdulrehman li Hewlêrê kar dike û klînîka wî xizmetkariya çandina por bi teknîkên FUE, DHI û teknîka Safayêr pêşkêş dike, herwisa çareseriya çermê serî bi plazmaya dewlemend bi xirokên spî (PRP), faybrîna dewlemend bi xirokên spî (PRF) û êksosom dike. Wî pizîşkî got: "Hemî pêngavên neştergeriyê ji qonaxa şêwirmendî û dîzaynkirina xeta por bigire heta derxistin û çandina mûyan, ji aliyê min bi xwe ve tên kirin."

Komeleya ISHRS rêxistineke pizîşkî ya navneteweyî ya nqezancnexwaz e, di 29ê Nîsana 1993ê de wekî Komeleya Navneteweyî ya Neştergerên Por hatiye damezrandin û di Gulana 1994ê de navê wê hatiye guhertin.

Ev komele xwediya zêdetirî 1000 endaman e, li zêdetirî 70 welatan û sê stûnên sereke yên karkirina wê pêk tên ji perwerde, lêkolîn û hevkariya pîşeyî, bi rêya kongreya salane ya cîhanî, workşopa neştergeriya rasterast, belavkirina bernameyên xwendinê û şiyanên bingehîn ji bo neştergeriya vegerandina por û pêşkêşkirina bexşên lêkolînê tên bicihanîn. Herwisa serokatiya Encûmena Cîhanî ya Komeleyên Neştergeriya Vegerandina Por dike, 23 komeleyên niştimanî û herêmî vedigire.

Çend rengên endamtiya di vê komeleyê de hene, wekî endamê çalak, endam, endamê hevpar, endamê zêde, endamê xwecih û alîkarê neştergeriyê, ku piraniya daxwazkarên nû wekî endamê hevpar dest pê dikin.

Li gorî peyrewa navxwe ya vê komeleyê, divê endamên hevpar pizîşk bin û bawernameya doktorayê yan hevtayeke derveyî Amerîkayê hebe, xwedî exlaqekî bilind û pêgeheke civakî ya baş bin, bi tevahî destûra karê pizîşkî hebe û heza karkirinê di warê vegerandina por û neştergeriya çermê serî de hebe. Daxwazname ligel CV tên pêşkêşkirin û pêdiviya endamtiya hevpar bi nameya piştgiriyê nîne, ew ji bo endamtiya temam hatiye daxwazkirin. Endamên hevpar nikarin deng bidin, postên îdarî hebin, yan logoya girêdayî "tenê endaman" di malper û keresteyên xwe yên reklamê de bi kar bînin.

Piştî temamkirina şertên perwerdeyî yên destpêkê yên zêde û dana pereyê endamtiyê, endamê hevpar dikare daxwaznameyê pêşkêş bike daku bibe endamê temam, herwisa pêdiviya pileya endamê çalak bi şertên zêdetir heye.