Hunermend Mihemed Şêxo berî 31 salan xatir xwast

Rêhevalên wî dibêjin, Mihemed Şêxo xwedî hesteke netewî bû.

K24 – Qamişlo

31 sal li ser koça hunermendê Kurd ê mezin Mihemed Şêxo derbas dibin, rêhevalên wî dibêjin ku Mihemed Şêxo xwedî hesteke netewî bû. Di warê mûzîk û hunerê de, Bavê Felek gaveke nû di hunera Kurdî de avêt.

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di sala 1948an de, li gundê Xecokê ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, nixuriyê dê û bavê xwe ye, li gel 11 birayan, navê wî yê resen Mihmed Salih Şêxmûs e, sala 1957an dest bi xwendinê dike, di sala 1969an de di nava civaka xwe de dest bi hunrî ya xwe kir û stiran gotin.

Hunermed Mihemed Şêxo bi armanca fêrkirina muzîkê berê dide Libnanê , li wî welatî têkeliyên wî bi hunermedên Kurd û Ereb re bihêz dibe, herwiha li gel grûpeke hevalên xwe koma "Serkeftin û Newroz" dadimezirîne, li wir du salan dimîne û vedigere.

Mihemed Şêxo demekê li bajarê xwe Qamişlo dimîna piştre berê xwe dide başûrê Kurdistanê û tevlî şoreşa Îlonê bi serperiştiya Mela Mustefa Barzanî dibe û di nav Pêşmergeyan de cihê xwe bigire.

Ji başûrê Kurdistanê jî berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, xanima xwe Nisrîn li wir nas dike piştî 11 salan li gel xanima xwe vedegere Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê rejîma Esed ve tê girtin, piştî derdikeve ew li ser hunera xwe berdewam dibe.

Mihemed Şêxo piştre vegeriya bajarê Qamişlo û li taxa Xerbî bicih bû û dukaneke firotana kasêtan vekir û dest bi karê mûzîk kir û tomarkirina stranan kir.

Hunermedê Kurd Mihmed Şêxo di 9 meha Adara sala 1989an de koça dawî kir û hersal xelkên deverê di vê rojê de li ser gora wî kom dibin û wî bibîra tînin.

 

Fly Erbil Advertisment