Li Qamişloyê destpêşxeriyek bo sepandina zimanê Kurdî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo sepandina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de, destpêşxeriya destûrkirin û fermîkirina zimanê Kurdî li Sûriyeyê ji aliyê rewşenbîr, mamosta û zimanzanan ve hat ragihandin. Serperiştyarên vê destpêşxeniyê dibêjin ku ev çalakî dê berdewam bin, xasma jî ku ew doza mafekê rewa dikin. 

Li gorî biryarnameya Neteweyên Yekbûyî, mafê her miletekî ye ku bi zimanê xwe yê Dayikê biaxive û bixwîne. Ji ber wê yekê jî xwedanên vê destpêşxeriyê dibêjin ku ragihandina zimanê Kurdî wekî zimanê niştîmanî têrê nake û divê di destûra Sûriyeyê de bibe fermî. 

Ji dema ragihandina biryarnameya 13ê ve ku ji aliyê Serokê Sûriyeyê ve hat derxistin û heta niha, çalakî berdewam in û hemî jî ji bo yek doz û pirsê ne ku mafê xwendina bi zimanê dayikê ye.

Çalakî tên lidarxistin û hemî bizav tên kirin, daku zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî bibe zimanekê fermî û bikeve di destûra Sûriyeyê de û miletê Kurd wekî hemî miletên cîhanê mafê xwe yê zimanî yê rewa bi dest bixe.

Li Sûriyeyê xebata ji bo zimanê Kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berdewam e, pêştir jî di pêngaveka nû de ji bo bicihanîna biryara xwendina zimanê Kurdî li dibistanan, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi rengekê fermî du serperiştyarên pispor ên perwerdeyî bo birêvebirina karûbarên waneya zimanê Kurdî li Parêzgeha Helebê destnîşan kirin.

Li ser xwendina bi zimanê Kurdî û proseya perwerdeyê, Mezlûm Ebdî jî di panêleka taybet de di çarçoveya “Dîdara Mêrî”yê de li Hewlêrê ragihandibû: “Pêşketineka berçav peyda bûye û danûstandin berdewam in daku di sîstema perwerdeya giştî ya Sûriyeyê de mil bi milê zimanê Erebî, îtîraf bi zimanê Kurdî û bernameyên xwendinê bê kirin.”