Li Diyarbekirê xebatên dezenfektekirinê berdewam in

Li seranserê cîhanê tedbîrên belavbûna Vîrûsa Coronayê (COVÎD-19) tên girtin.

K24 – Diyarbekir

Li seranserê cîhanê tedbîrên belavbûna Vîrûsa Coronayê (COVÎD-19) tên girtin. Li Bakurê Kurdistanê jî hem saziyên fermî hem jî companiyên taybet kargeh û wesayitan dezenfekte dikin. Rayedar û bijîşk bang li welatiyan dikin ku di mijara paqijiyê de baldar bin.

Li Bakur û Tirkiyeyê xebatên dezenfektekirinê berdewam dikin. Ji aliyekê ve şaredarî û ji aliyekê ve jî companiyên taybet kargeh û wesayitan dezenfekte dikin. Bi taybetî ev hefteyeke cihên wekî holên dawet û sinema û qehwexane û baxçe û parqên lîstika zarokan bênavber bi dermanan tên paqijkirin. Rêveberê companiyeke tirimbêlên kirê Suleyman Yildirhan got; da ku vîrûs belav nebe wekî bergirî hemû tirimbêlên dezenfekte dikin.

Rêveberê Companiya Tirimbêlên Kirê Suleyman Yildirhan ji K24ê re got: “Tirimbêlên me ji aliyê gelek kesan ve tên bikaranîn, ji ber vê yekê da ku Vîrosa Coronayê belav nebe em hemû tirimbêlên xwe dezenfekte dikin. Em hemû ji tendûrîstiya xwe û civakê berpirsiyar in û divê em bi hev re li hemberî belavbûna Vîrûsa Coronayê tedbîrên xwe bigrin.”

Li Bakur û Tirkiyeyê roj bi roj tedbirên berfirehtir tên girtin. Ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hemû cûre çalakî hatin qedexekirin û cihên ku welatî lê kom dibûn jî hatin girtin. Li gel tîmên şaredariyan companiyên taybet jî dest bi xebatên dezenfektekirinê dikin. Murat Bayrak jî wesayît û kargehan dezenfekte dike û dibêje; pêwîst e her 10 rojan carekê xebatên dezenfekteye werin kirin yên bi vî rengî werin kirin.

Xebatkarê Companiya Dezenfekteyê Murat Bayrak ji K24ê re got: “Bi welatî vî dermanê bavên malên xwe û dikanên xwe da ku ev nexweşî belavî wan nebe. Ev derman ji bo nexweşiyan baş e. Bila welatî vî dermanî li malên xwe bike heta 10 rojan bandora wê heye, baş e. Bila welatî mal û kargehên xwe paqij bigirin.”

Li ser biryara Wezaretê divê kargehên ku hatine destnîşankirin girtî bin. Yên ku pabendî biryarê nebin ji aliyê şaredariyê ve tên cezakirin. Ji aliyê Wezareta Tendûrîstiyê ya Tirkiyeyê ve roj bi roj hejmara kesên ku tûşî Cawîd-19ê bûne tên ragihandin. Bi vê yekê di nav civakê de bi awayeke berfirehtir tedbir tên girtin.