Li Bakur û Tirkiyê tedbîrên nû yên Koronayê hatin ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roj bi roj haletên vîrûsa Koronayê zêde dibin.

K24: Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roj bi roj haletên vîrûsa Koronayê zêde dibin. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê rênimayên nû ragihandin. Li gorî biryarên nû; êdî ji bilî di nav malê de li her cihî bikaranîna maskan hat mecburîkirin û her dîsa êdî di wesayitên rêwiyan de rêwitiya li ser piyan hat qedexekirin. Welatî ji rênimayên nû keyfxweş in lê belê ajokar bi gilî gazinc in û dixwazên heqserê rêwiyên bê zêdekirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber binpêkirina tedbîran roj bi roj haletên vîrûsa coronayê zêde dibin. Piştî cîvîna kabîneya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, pêşniyazên Lijneya Zanistiyê wekî biryarên nû yên coronayê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji bo 81 parêzgehên Bakur û Tirkiyeyê hatin şandin. Li gorî biryarên nû, êdî qedexeye ku welatî li ser piyan li wesayitên komguhêz siwar bibin. Ev yek jî karê ajokarên wesayitên rêwiyan kêm dike. Ajokar dibêjin; naxwe bila heqserê rêwiyan bê zêdekirin.

Ajokarê Wesayita Rêwiyan Silêman Tarhan ji K24ê ew got: "Binêrin hêj pişta min ji xwîdanê şil e, ez niha ji ser dîroksiyonê peya bûm. Min 50 lîre yevmiye girtiye. De ka em ê çawa bi 50 lîreyî nan bibin mala xwe. Ji xwe êdî em nikarin li ser piyan rêwiyan siwar bibin.Heqserê rêwiyan 1,5-2 lîre ye. Em vî pereye jî an didin mazot an jî tamîrciyan."

Ajokarê Wesayita Rêwiyan Weysel Çapat dibêje: "Ez ajokarê rêwiyên komguhêz im. Serokomar dibêje; siwarkirina rêwiyên li ser piyan qedexe ye. Naxwe bila zirara xelkê bide. Xelkê êi bike, yên ku kirêdar hene yên ku ajokar hene. Ajokar 30-40 lîre rojane digrin. Paketek cixare bigrin di berîka wan de 20 lîre dimîne. Baca taybet ji sedî 220 hat zêdekirin. Wesayîta ku bi 370 hezar lîreyî bu 490 hezar lîre."

Li gorî ragihandina wezareta tenduristiyê, ji ber ku welatî rênimayan binpê dikin halet zêde dibin û nexweşî belav dibe. Li gorî biryarên nû, êdî ji bilî di nava malê de welatî mecbûr in ku li her cihekî maskan bikarbînin. Ango welatî divê li kuçe û kolanan û park û baxçeyan û berav û kargehan, li her cihekê maskan bikarbînin. Welatî piştgiriya biryarên nû dikin û dibêjin; divê yên ku rênimayan binpê dikin werin sizakirin.

Welatî: “Em her daîm maskê xwe bikartînin. Dema ku em vegerin malê jî em destê xwe bi sabûnê dişon. Ango em tedbîra xwe digrin. Her kes li derve ye. Heger qedexe hebe dibe ku halet kêm bibin. Dema ku qedexe hebû corona kê bibû. Dema ku qedexe rabûn coronayê dîsa dest pê kir.”

Welatî: “Heger mirov tedbîra xwe bigre mirov natirse lê belê mirov tedbîra xwe negre mirov ditirse. Em diwazin bila gelê me jî guhdariya wan rênimayan bikin. Em dixwazin ku ev nexweşî ji nav me xilas bibe.”

Li gorî biryarên nû dê êdî li restoran, otel û kafeyan piştî demjiêr 24.00ê şeve çalakiyên wekî mûzîk, dawet û şahî qedexe ne û yên ku van rênimayan binpê bikin dê bi sizayên giran werin sizakirin. Rênimayên nû, dê ji aliyê asayiş û rêveberên bajaran ve werin kontrolkirin. Li gorî ragihandina berpirsên qada tenduristiyê, heger welatî rênimayan binpê bikin dê nexweşî zûtir belav bibe û bandora xwe li ser her qadeke jiyanê girantir bike.