Cîgirê Rêveberê Ewlekariya Colemêrgê hat kuştin
Cîgirê Rêveberê Ewlekariya Colemêrgê Hesen Cehver ji aliyê polîsekî ve hat kuştin
Diyarbekir (K24) – Cîgirê Rêveberê Ewlekariya Colemêrgê Hasan Cevher di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Hat zanîn ku kesê êrîşkar jî polîs e û polîsê êrîşkar piştî êrîşê di encama pevçunê de birîndar buye û hatiye binçavkirin.
Parêzgeriya Colemêrgê ragihand ku îro demjimêr 13.50 li Mala Polîsan a Colemêrgê di Beşa Xwarinxaneyê de Cîgirê Ewlekariya Colemêrgê Hasan Cevher rastî êrîşeke çekdarî hatiye û li cihê buyerê bi giranî birîndar bûye û paşê jî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku kesê êrîşkar jî polîsek bi navê Nasûh Çûlcû ye û 3 gule berdane Hasan Cevher û xwestiye piştî êrîşê bireve, lê ji aliyê polîsek din ve ji lingê xwe hatiye birîndarkirin û hatiye binçavkirin.