Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî pêşveçûnên deverê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku, wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî re axivî û rewşa deverê nîqaş kir.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li ser hesabê xwe yê Telegramê belav kiriye ku, di wê peywendiya telefonî de her du aliyan behsa dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê kiriye û dîtin û nerînên xwe li ser pirsên heyî li hev guhertine.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di peywendiyeke telefonî de guhartinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin û tekez li ser giringiya parastina aramiya herêmî û pêşxistina peywendiyên dualî kirin.