Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Hacî Kerîm Seraneyî re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Hacî Kerîm Seraneyî diyar kir û sersaxî ji wan re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê), ji ber koça dawiyê ya Hacî Kerîm Seraneyî, sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re kir.

Peyama Mesrûr Barzanî:

Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesatiyê welatperwer ê devera Soranê Hacî Kerîm Seraneyî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.