Stenbol.. Ciwanên Kurd “Şeva Pîrhebokan” pîroz kirin

Ji bo cara yekem, ciwanên Kurd li Stenbolê şeva pîrabokan “Kurdish Halloween Night” pîroz kirin

Stenbol (K24) – Yekemcar li Stenbolê şeva pîrabokan bi çalakiya jêr sernavê “Kurdish Halloween Nîght” hate pîroz kirin. Di şevê de gelek ciwan û hunermendên Kurd hatin bal û Cejna Happy Halloween ku bêhtirîn wekî cejneke gelên Rojavayî tê zanîn bi Kurdî jî pîroz kirin.

Li Stenbolê ji aliyê gencên Kurd ve çalakiya Cejna Happy Halloween ya ku bêhtirîn wekî cejneke gelên Rojavayî tê zanîn li jêr sernavê “Kurdish Halloween Nîght” hate lidarxistin. Di çalakiyê de ligel makyajên serincrakêş bi standup û mûzîkên hunermendên Kurd jî Cejna Halloween dirûvekî rengîn li xwe pêça. Çalakiya ku li Beyogluya Stenbolê çû serî ji aliyê hûnermend û gêncên Kurd ve wek şeveke alternatîf hate nirxandin. Repbêj Reqso bo Kurdistan 24 ragihand, ew hêvîdar e çandên bi vî rengî yên cûda di nava çanda Kurdî de bicih bibin û yên Kurdî jî di nava çandên cîhanê de.

Hunermendê Kurd  Reqso ji K24 re got: “Li gorî vê çandê di çanda me de jî nêzîk van tiştan hene. Ev tiştekî nû ye ku di civata me de rûdine. Ev jî tiştekî cûda ye û her kes pê kêfxweş e. Hêvîdar im tiştên wisa berdewam bikin.”

Standupkar Resul Bafeyî dibêje: “Li gorî min şeveke gelekî baş e. Heta niha di nava Kurdan de nebû kêmasiyek bû. Min li ser dike jî behs kir. Serê salê de heye ew jî piçekî dişibe vê. Lê ev jî di nava Kurdan hebe wê gelek baş bibe.”

Ciwanên ku beşdarî şeva Kurdish Halloween Nîghtê bûn diyar kirin, mafê Kurdan heye ku ew jî wek milletên şevên bi vî rengî saz bikin û ji xwe di çanda Kurdan de jî cejnên nêzîkî vê cejnê hene wek sere salê.

Ciwana Kurd Zînê Kalkan diyar dike: “Şeva pîrebokan ji Kurdan gelekeî xweş e, ji ber ku gelên din jî van tiştan dikin û ev jî mafê me ye divê em jî wisa bi kêf û coş bikin.” 

Lezgîn Kitêpçiyan dide zanîn: “Ev şeva ewil e ku Kurd bi awayekî modern şeva pîrebokan an jî helloween night pîroz dikin. Tiştekî pir xweşik e em vê çanda nû dibînin û hevdû nas dikin. Ji ber ku ne tenê li Ewrûpa û Emerîkayê,tê pîrozkirin li Kurdistanê jî bi awayekî din tê pîrozkirin.”

Taybet Çoban got: “Gelek xweş e min nû dît gelek kêfa min jê re hat. Xweş e kêfa min jê re hat tiştê wisa bila herdem û berdewam hebin.”    

Murat Yagmur jî dibêje: “Dema zarok bûn me sersala Kurdî pîroz dikir. Lê halloween yekem bi Kurdî pîroz dikim û tême partiyê. Gelek hûnermend û hevalên standupkar hebûn dema min ev dît gelek kêfxweş bûm got divê teqez tevlî bibim.”

Organîzetorên Chalakevenstê ku şeva Kurdish Halloween Nîghtê organîze kirine dibêjin; gaveke biçûk be jî armanca wan ew e ku pêşî li ber pişaftina çanda Kurdî bigirin. Ji bo wê yekê jî bi saya şevên wiha ciwanên Kurdan li hev kom dikin û dikin ku di şevên wiha de ciwan bi Kurdî danûstandinan bikin.