Şanda DEM Partiyê serdana Îmraliyê kir

Pervin Buldan
Pervin Buldan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê, ku ji Pervin Buldan, Midhet Sancar û Ozgur Faik Erol pêk tê, piştî zêdetir ji du mehan careke din ji bo hevdîtina ligel Abdullah Ocalan gihîşt girava Îmraliyê.

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi merema hevdîtin û civîna ligel Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ber bi girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şanda DEM Partiyê, ku pêk tê ji Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervin Buldan, Parlamenterê Rihayê Midhet Sancar û parêzer Ozgur Faik Erol îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, ji bo wê hevdîtinê gihîştin girava Îmraliyê.

Tê çaverêkirin ku piştî vegera wê şandê ji girava Îmraliyê, daxuyaniyek li ser naverok û dema wê civînê bê belavkirin.

Serdana dawiyê ya şanda DEM Partiyê ji bo Îmraliyê li 13ê Îlona 2026ê hatibû kirin, ku hevdîtina yekê bû piştî pejirandina rêkxistina "Qanûna Çarçoveyê" di Parlamentoya Tirkiyeyê de.

Di dema zêdetir ji du mehên borî de, di demekê de ku şiroveyan behsa "rawestana" proseyê dikir, Midhet Sancar di destpêka meha Mijdarê de ragihandibû Ocalan di çarçoveya girtîgeha Îmraliyê de bo cihekî nû hatiye veguhastin, ku taybet ji bo wî hatiye amadekirin.

Li hember vê yekê jî, Pervin Buldan tekez kiribû ku ew guhertina cihî nayê wateya derketina ji girtîgehê yan guhertina pêgeha qanûnî, belkî tenê cihek e ji bo rêkxistina şertên karkirinê.