Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Feqê Mihemed Kadanî Zêbarî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wexera dawiyê ya têkoşer û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Mîdaliya Barzaniyê Nemir, Feqê Mihemed Kadanî Zêbarî, sersaxî arasteyî malbat û hevalên wî kir.
Peyama Mesrûr Barzanî:
Ji bo wexera dawiyê ya têkoşerê naskirî û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Mîdaliya Barzaniyê Nemir “Feqê Mihemed Kadanî Zêbarî”, ez sersaxiyê ji malbata wî ya têkoşer, kesûkar û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê